Li Agiriyê Newroza azadiyê: Ev pêvajo yekalî nameşe

img

AGIRÎ - Bi hezaran kesên beşdarî pîrozbahiya Newroza Agiriyê bûn bertek nîşanî komkujiya li Kobanê dan. Her wiha ev bang li îktîdarê hate kirin: “Ev pêvajo yekalî nameşe. Divê hûn gavan biavêjin.” 

Li navenda Agiriyê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” Newroz hate pîrozkirin. Bi hezaran kes tev li bûn. Welatiyên ku cil û bergên Kurdî li xwe kirin, di saetên zû yên serê sibehê de hatin cihê pîrozbahiyê ya Bazara Samanê. Tevlibûna xurt a ciwan û jinan bal dikişand. Welatiyan, banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kirin. Li qadê gelek caran dirûşma "Bijî Serok Apo" hate berzkirin. Welatiyan heta demeke dirêj li ber stran, dahol û zirneyê govend gerandin. 
 
'LI GORÎ BANGÊ TEVBIGERIN’
 
Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Muazzez Orhan di pîrozbahiyê de wiha got: “Newroz, azadî, hebûn aştî ye. Ji niha de ez aştî û avakirina civaka demokratîk pîroz dikim. Heke em îro bikarin li vê qadê Newrozê pîroz bikin, ev encama berxwedana we ye. Agiriyê bi berxwedanên xwe dîrok nivîsandiye. Di van berxwedanan de pêşengtiya herî mezin jî jinan kiriye. Newroz, ji bo gelê Kurd berxwedana li dijî zilmê û mizgîniya pêşerojê ye.” 
 
Muazzez Orhan, bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Yên ku dixwazin îro gelê Kurd bi înkar û îmhayê tune bikin, dîsa ji bo çareseriyê serî li Îmraliyê dan. Bi ser bangê re hefte derbas bûn lê hêj jî îktîdarê tu gavên şênber neavêtiye. Em careke din dipirsin; hûn li benda çi ne? We hêj jî bersiv nedaye banga birêz Ocalan. Ev pêvajo yekalî nameşe û ji bo hêsir nebarin divê gav bên avêtin. Şert û mercên birêz Ocalan baş bikin.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ KOMKUJIYA LI KOBANÊ DA 
 
Parlarmenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik jî wiha got: “Kurd, tevî Şamê bûn hevkarên Sûriyeyê. Em jî dibêjin ku werin em li vî welatî komareke demokratîk avab ikin. Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de bangek kir. Got; ‘Ev 50 sal in em şer dikin. 50 sal in li vê xakê xwîn û tundî heye, em xwîn û tundiyê naxwazin, werin em bi hev re rûnin û komareke demokratîk ava bikin.’ Gelê me êdî ji xwîn û tundiyê westiya û rêyeke nû dixwaze. Weke gelê Kurd em rêyeke nû vekin. Birêz Ocalan wisa dibêje û em jî bi wî re ne. Li aliyê din bi SÎHA’yan mirovan bombebaran dikin. Hewceye di pêvajoyên aştiyan de tiştên wiha nebin. Ev yek berevajî ruhê aştiyê ye. Bi Kurdan re hiqûqa xwişk-biratiyê ava bikin. Hûn çi ji Rojava dixwazin? Bihêlin bila ew bi xwe qedera xwe diyar bikin.” 
 
 ‘DIVÊ BIRÊZ OCALAN AZAD BIBE’ 
 
Bi domdarî Sakik anî ziman ku divê hemû kes destê xwe deynin bin kevir û axaftina xwe wiha qedand: “Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de manîfestoyekê pêşkeş dike. Ji bo vê jî divê hikûmet hem li herêmê hem jî giştî li gorî ruhê pêvajoyê tevbigere. Heke hûn aştiyê bikin, divê hûn paqijiyeke biharê bikin û rêyê paqij bikin. Wê demê hûn ê tecrîda li ser birêz Ocalan rakin. Divê hûn girtiyên nexweş demildest berdin, amadekariya efûya giştî bikin û dorpêça li ser nasnameya Kurdî rakin. Dema we ev kirin, Kurd dê ji we bawer bikin. Di vê pêvajoya muzakereyan de divê her kes sûdewer be. Birêz Ocalan tu caran negot ‘min berdin’ lê em dibêjin ku divê azad bibe.” 
 
Piştî axaftinan, agirê Newrozê hate vêxistin. Girseyê li dora agirê Newrozê govend gerand û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Piştre jî hunermend Jehrmar derket ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

21/03/2025
09:00 Banga ji bo Newroza Edeneyê
09:00 Baskin Oran: Ji bo çareseriyê pêdivî bi demokrasiyê heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN
08:43 Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
15:11 'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
14:50 Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt
14:46 Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin
14:38 Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide
14:38 Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye
14:37 Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir
14:36 Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan
14:34 Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin
14:13 Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje
14:08 Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye
14:01 Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye
14:01 CHP’ê banga çalakiyan kir
14:00 Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin
13:48 Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin
13:33 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Daxwaza azadiya fîzîkî Ocalan hat kirin
13:24 Gardiyanan milê girtî şikand!
13:05 Cezayê polîsê Şahîn Oner qetil kiribû hate kêmkirin
12:32 Li Wanê Newroza biheybet: Em bi banga Ocalan re ne
12:30 Li Şengalê aloziya ku bi êrîşa Artêşa Iraqê re destpê kir dewam dike
12:24 Ji bo rojnameger Eylem Babayîgît biryara berdanê û cezayê
11:28 HDK: Operasyona binçavkirinê derbeya li dijî vîna gel e
11:25 3 şaredarên Stenbolê binçavkirî ne
11:23 Li 10 navendan Newroza ‘azadiyê’ tê pîrozkirin
11:13 MYK’a DEM Partiyê li Amedê dicive
11:10 Piştî binçavkirina Îmamoglû dovîz û zêr biha bû
11:07 Ozel bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû da
10:58 'Em ê di Newroza Amedê de bersivê bidin banga Ocalan'
10:49 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em ê îradeya gel biparêzin
10:45 Li Wanê gel diherike qada Newrozê
10:45 Serbestberdana Rozerîn Kalkan dîsa 11 meh hat taloqkirin
10:31 Êlih dê Newroza xwe bi daxwaza azadiya Ocalan pîroz bike
10:26 Ji DEM Partiyê ji bo Îmamoglû daxuyanî: Tolhildana têkçûnê ye
10:25 Ji bo Newroza Mêrsînê bang
10:23 Dozgeriyê binçavkirina Îmamoglû girêdayî KCK’ê kir
09:59 Dîroknas Aydin: Aştî li ser bingeha welatîbûna wekhev pêkan e
09:58 Doç. Dr. Demîrer: Divê şert û mercên xebatên yên Ocalan bên başkirin
Hakan Tahmaz: Hewldana sabotekirina mutebeqeta Sûriyeyê dê pêvajoyê derb bike
09:55 Ji Serokê Baroya Dîlokê ji bo pêvajoyê pêşniyaza 'destûra bingehîn a nû' li baroyan
09:48 Piştî binçavkirina Îmamoglû medyaya dijîtal hat bisînorkirin
09:40 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû dan
09:40 Li Stenbolê çalakî û xwepêşandan ji bo 4 rojan hatin qedexekirin
09:24 Ji bo rojnameger Îsmaîl Saymaz biryara binçavkirinê hat dayin
09:22 Newrozên dîrokî yên Amedê
09:19 ‘Ji bo çareseriyê sererastkirinê hiqûqî divê tecrîd bê rakirin'
09:17 'Sê darikên niftikê wateyeke nû li Newrozê bar kir'
09:15 Jin bi ruhê 8’ê Adarê dadikevin qadên Newrozê
09:02 Dozgeriyê ji bo Îmamoglû got ‘rêveberê rêxistina sûc’
09:00 ROJEVA 19’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Artêşa Iraqê êrişî wesayîta YBŞ'ê kir: 3 kes birîndar bûn
07:49 Îstasyonên metro yên Taksîm û Emniyet-Fatîhê hatin girtin
07:48 Ji Îmamoglû parvekirina yekem
07:48 Îmamoglu hat binçavkirin