NAVENDA NÛÇEYAN - Ji kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin 3 jê hatin girtin.
Duh li Enqereyê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Civaknas Velî Saçilik jî di nav de 22 kes hatin binçavkirin. Binçavkirî, piştî karûbarên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. 2 kes piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan. Rêveberê Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Çankayayê Mert Orhan Omerbeyoglû, endama Halk-Der’ê Devîn Asya Çaikellî û endama Kaldiraçê Sîbel Goktaş hatin girtin. Îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” weke hinceta girtinan hate nîşandan.
Saçilik û kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Tevahiya 52 kesên di 23’yê Adarê de li Kizilayê hatibûn binçavkirin hatin berdan. Ji bo 17 kesan biryara şertê kontrola edlî hate dayin.
Karûbarên îfadegirtinê yên 30 xwendekarên di 26’ê Adarê de li ODTU’yê hatibûn binçavkirin ên li midûriyeta emniyetê didomin.