* Xelkê Amedê bertek nîşanî gavneavêtina dewletê ya li hemberî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan da û got: “Tecrîd hêj didome. Divê Rêber Apo azad bibe. Nexwe pêvajo pêş nakeve.”
* Welatiyên Cizîrê ku krîza aborî bandoreke mezin li ser dike, diyar kirin ku sedema krîzê îktîdar e û gotin tiştên dijîn zilm e.
* Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz ku di serdanên Herêma Federe ya Kurdistanê de cih girt, diyar kir ku ji bo banga Abdullah Ocalan xwedîderketineke baş heye û got: “Ji bo banga birêz Ocalan veguhere aştiyê, yekitiya neteweyî ya gelê Kurd girîng e.”
* Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê bal kişandin ser berxwedana gel a ji bo xwedîderketina li vîna xwe û diyar kirin ku rizgariya Tirkiyeyê bi rêveberiyeke demokratîk, wekhevîparêz, piranîparêz û azadîxwaz pêkan e.
* Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê starta meşa ji Amedê ber bi Amarayê ve bi dirûşma "Bi civaka demokratîk ber bi azadiyê ve dimeşin" were lidarxistin, bi meşeke ji Qada Şêx Seîd heta AZC Plazayê bide. (11.00) ZINDÎ