NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê paytexta Lubnanê Beyrûd ji hewayî ve bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê, di êrişê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.
Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê berdewam in. Li gorî ajansa nûçeyan a Lubnanê NNA’yê; balafirên şer ên Îsraîlê paytexta Lubnanê Beyrûd bi balafirên şer bombebaran kir.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku li gorî agahiyên destpêkê, di êrişê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee jî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ragihand ku balafirên wan ên başûrê Beyrûdê bombebaran kirine.