* Li gundê Arbo yê Suryanan ê li navçeya Nisêbînê stargehek hate dîtin û di stargehê de bi sedan kilox û hestî hatin dîtin.
* Meryem Urucu ku beşdarî pîrozbahiyên sala 76’emîn a rojbûna Abdullah Ocalan bû, wiha got: “50 sal berê Rêbertiyê dema di Rûbarê Çîkanê yê li gundê me de soberî dikir, hevalên wî jê re digotin dê li ber avê bikevî û hişyar kirin. Wî jî got; ‘Heke ez li ber avê bikevim dê hemû Kurdistan ber avê bikeve û biçe.’”
* Abdulhafiz Çîftçî yê 84 salî ku di meşa ciwanan a ji Amedê ber bi Amarayê de li herî pêş bû, wiha got: “Canê min ji bo rêberê min feda be. Heke ew nebûya ez îro li vir nedibûm. Jiyaneke bêyî Rêbertiyê nabe.”
* Herdem Aslan ku di şer de 2 zarokên xwe winda kir, anî ziman ku şer tenê dikare bi aştî û diyalogê were çareserkirin û got: “An em tevek dê di vê behrê de bixeniqin an jî dê bi hev re rizgar bibin.”
* Nivîskar Ayhan Urmiye têkildarî pîrozbahiyên Newrozê yên girseyî yên li Rojhilat axivî û got: “Banga birêz Abdullah Ocalan li pîrozbahiyan kir. Newroza 2025’an bû Newroza îspata hebûna gelê Kurd.”
* Hevserokên DEM Partiyê yên bajaran dê li navenda giştî bicivin. (10.00)