AGIRÎ - Herdem Aslan ku di şer de 2 zarokên xwe winda kir, anî ziman ku şer tenê dikare bi aştî û diyalogê were çareserkirin û got: “An em tevek dê di vê behrê de bixeniqin an jî dê bi hev re rizgar bibin.”
Banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de deng veda û gelê Kurd dixwaze ku dewlet li dijî vê bangê gavên şênber biavêje. Herdem Aslan a li navçeya Giyadîn a Agiriyê dijî û di 2 zarokên wê di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane, têkildarî bangê û helwesta dewletê axivî.
Herdem Aslan, demekî dirêj e di nava tevgera siyasî ya Kurd de cih digire û dibêje: “Rêbertiya me careke din j bo aştiyê bang kir. Divê êdî dewlet gavên şênber biavêje.”
DI HER ÇALAKIYÊ DE LI HERÎ PÊŞ E
Herdem Aslan a ku dibêje aştî tenê bi guftûgo û îradeya çareseriyê dibe, ji Newrozê heta rojbûna Abdullah Ocalan di hemû çalakiyên di tevahiya salê de bi cilên xwe yên kesk, sor û zer beşdar bû. Herdem Aslan a di her çalakiyê de li herî pêş bû, got: “Heke Rêbertiya me were berdan dê girtî jî bên berdan. Heta dilopa xwîna xwe ya dawî em bi Rêbertiyê re ne.”
2 KURÊN XWE WINDA KIR
Herdem Aslan, da zanîn ku kurê wê yê mezin Nîzamettîn Aslan di sala 1994’an de li Giyadînê tev li refên PKK’ê bû û got: “Kurê min Nîzamettîn dibistan qezenc kir. Zarokekî jîr û jêhatî bû. Fîzîka wî jî li gorî temenê wî pêş ketibû. Hêj ji wê demê ve dest bi xwendina pirtûkan kiribû. Herî zêde jî pirtûkên zilma li gel tê kirin vedibêjin dixwend. Her ku dixwend, baştir fêm dikir divê çi bike. Dema li dibistana navîn dixwend, di demsala zivistanê d biryara tevlibûna refên PKK’ê da û bi tena serê xwe çû Çiyayê Tendurekê. Zivistanên vê derê gelek sar in û berf zêde bariya bû. Dema ji bo tevlibûna PKK’iyên li Çiyayê Tendurekê bibe çûy, di bin berfê de ma ye. Kesên bi awayekî rasthatî ji wir derbas dibûn dîtine. Hindik mabû biqerise. Birin û tedawî kirine. Dema xwe komî ser hev dike jî diçe tev li PKK’ê dibe. Ji wê rojê heta niha me tu agahî jê negirtine.”
Bi domdarî Herdem Aslan diyar kir ku kurê wê Turan Aslan jî bi salan piştre di 25 saliya xwe de dema li zanîngehê dixwend tev li PKK’ê bûye û got: “Turan, di sala 2012’an de tev li PKK’ê bû. Di sala 2017’an de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da. Piştî mirina kurê xwe çûm Dêrsimê. Wêneyên cenazeyan nîşanî me dan. Di cara ewil de min teşhîs kir. Lê cenaze nedan. Em zivirîn. Çendek roj piştre em dîsa çûn. Vê carê cenaze nîşanî me dan. Dema me dîsa teşhîs kirin, îcar bi zorê jî be cenaze dan. Me cenazeyê kurê min li Giyadînê defin kir.”
‘EM SERBILIND Û SERFIRAZ IN’
Herdem Aslan, got ku 2 zarokên wê di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane û axaftina xwe wiha qedand: “Dixwazim êdî aştî çêbibe. Bila xwîn nerije. Bi wergirtina mûçeyê piştî mirina zarokan re ev meseleye çareser nabe. Em tevek yek in. An em tevek dê di vê behrê de bixeniqin an jî em ê bi hev re rizgar bibin. Bila dayikên Tirk jî rabin ser pêyan û ji vê xwînê re bibêjin êdî bes e. Bila heqê gelê Kurd bidin. Bila girtî bên berdan û zimanê me serbest be. Çi heqên Tirkan hebin em jî wan heqan bo gelê Kurd dixwazin. Tevî her tiştekî em serbilind û serfiraz in.”
MA / Omer Akin