NAVENDA NÛÇEYAN - Rayedarên Iraqê ragihandin ku komên ku Îran piştgiriya wan dike ji bo ku bi Amerîka re pev neçin, amade ne ku xwe bêçek bikin.
Serokê DYA’yê Donald Trump ev demeke gefan li Îranê û komên pê ve girêdayî dixwe. Gelek komên girêdayî Îranê û li ser xaka Iraqê hene.
Danûstandinên di navbera Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sûdanî û komên wekî Ketîb Hizbullah, Nucebaa, Ketayîb Seyîd El-Şuheda û Ensarullah El-Ewfiya derbasî qonaxeke nû bûn. Hat ragihandin ku ev biryar piştî ku rayedarên DYA’yê yên li Bexdayê hişyarî dan ku eger bêçek nebin wê êrîşên hewayî pêk bînin.
50 HEZAR HÊZÊN ÇEKDAR
Siyasetmedarê Şiî Îzzat El Şahbandar diyar kir ku ev kom meyla wan ew e ku daxwazên DYA'yê bi cih bînin. Fermandarekî Hizbullaha Katayîb ji Ajansa Reutersê re wiha got: "Trump amade ye ku bi me re şer gur bike û em dixwazin ji senaryoyeke wiha dûr bikevin" Heman fermandarî tekez kir ku Hêzên Pasdarên Şoreşê yên Îranê jî xwest ku milîs xwe ji pevçûnê dûr bixin.
Ev komên ku li Iraqê bi qasî 50 hezar şervan fermandariyê dikin, ji 18 meh beriya destpêkirina şerê Xezayê û vir ve gelek êrîş birin ser hedefên DYA û Îsraîlê. Lê belê di dema dawî de hin koman ji bo pêşî li êrîşên gengaz ên hewayî bigirin, navendên xwe vala kirin û hêzên xwe ya li herêmên weke Mûsil û Enbarê kêm kirin.
Ji şêwirmendên Serokwezîr El Sûdanê Ferhad Alaaeldîn diyar kir ku hikûmet ji bo ku hemû çek di bin kontrola dewletê de bên bicihkirin diyalogeke erênî dimeşîne. Lê belê Washîngton bi fikar e ku ev pêvajoya bêçekbûyînê mayînde bibe yan na. Hêjayî gotinê ye ku ev pêşketin di demekê de ye ku bandora herêmî ya Îranê ji ber şerê Xezayê û krîzên dawî yên li herêmê tê kirin.
Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Pete Hegseth herî dawî bang li Sûdanê kir ku êrîşên bersivdayînê yên milîsan ên li ser baregehên Îsraîl û DYA'yê bi dawî bike. Şêwirmendê berê yê El-Sûdanê Îbrahîm El-Sumaidiye bal kişand ser xeteriya li ser Iraqê û wiha got: "Eger em bi dilxwazî serî netewînin, dibe ku em neçar bimînin ku ji derve û bi darê zorê serî bitewînin."