ŞIRNEX - Merasîma sersaxiyê ya ji bo Abdurrahîm Erzen ê ji HPG'ê li Mala Sersaxiyê ya Cûdiyê ya li Cizîrê hat avakirin, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Polîsan malbat ji mala sersaxiyê derxistin û gotin, ‘Talîmat heye’.
Di pevçûna ku di 4'ê Sibata 2025'an de li herêma Zapê ya başûrê Kurdistanê derket de Abdurrahîm Erzen (Gabar Botan) ê HPG'yî jiyana xwe ji dest da. Piştî ku HPG'ê ragihand Erzen jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve li Mala Sersaxiyê ya Cûdî ya navçeya Cizîra Şirnexê taziye hat danîn.
Tevî ku ji aliyê polîsan ve destûr hat dayîn jî, polîsên ku bi maşînên zirxî hatin mala sersaxiyê, malbat derxistin derve û gotin, “Talîmat heye, em destûrê nadin, taziyeyê rakin." Serdana sersaxiyê ya bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya bi Malbatên xizmên xwe winda kirine ya di Bexçeyê Şaristaniyan (MEBYA-DER) de jî ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.
Ji bo sersaxiyê malbatê xwest biçe mizgefta taxê, lê polîsan pêşî li malbatê girtin. Malbat çû mala xwe ya li taxa Cûdî û li vir sersaxî qebûl kirin.
Wekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Uysal Aslan îtirazî biryara qedexekirinê kir û bi rêya telefonê li Muftîtiya Navçeyê geriya îtîrazî vê biryarê kir. Li aliyê din Muftîtiyê diyar kir ku biryara qedexekirinê ji aliyê wan ve nehatiye dayîn û ji ber ku biryara Qeymeqamtiya Navçeyê ye ew nikarin mudaxale bikin.