Li Tişrînê alî nêzî lihevkirinê ne

  • rojane
  • 12:13 22 Nîsan 2025
  • |
img

RIHA - Rojnamevan Zana Denîz rewşa dawî ya li Bendava Tişrînê vegot diyar kir ku muzakere dewam dikin û wiha got: "Li gorî agahiyên dawî yên gihiştin ber destê me, bendav wê bibe herêmeke bêalî û ji aliyê hêzên ewlekariya navxweyî ve bê parastin."

Tirkiye û SMO’yê di 8 'ê Kanûna 2024'an de dest bi êrîşên li hemberî bendavê kirin. Berxwedana ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî êrîşan dane destpêkirin 5 meh li pey xwe hişt. Di dema berxwedanê de 25 sivîlên ku nobedariya bendavê dikirin jiyana xwe ji dest dan û bi sedan sivîl jî birîndar bûn. Li dijî hemû êrîşan û QSD'ê û gelan berxwedana xwe domand.
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berxwedana li Bendava Tişrînê ku beşeke mezin a pêwîstiyên elektrîkê yên Kantona Firatê û Helebê bi cih tîne, dewam dike. Di 18 'ê Nîsanê de şandeyeke ku ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Edî û Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn û Hêzên Koalîsyona Navdewletî pêk dihat serdana Bendava Tişrînê kirin.
 
XEBAT DIDOMIN
 
Bendava ku pêdiviyên ceyran û avê yên gelek bajaran û bi taybet Heleb û Kobanê pêk tê, ji ber êrîşan zirar dîtiye. Bendava ku hefteya bihurî hat temîrkirin, piştî mehan ji 11'ê Nîsanê û vir ve elektrîka Kobanê hat dayîn. Endezyarên ku ji aliyê rêveberiya xweser û hikumeta Şamê ya demkî ve hatine erkdarkirin xebatên xwe yên li ser bendavê didomînin ku kar û tamîrkirin didome.
 
GIRÎNGIYA TIŞRÎNÊ
 
 
Tê payîn di rojên pêş de têkildarî agirbesta ku were îlankirin bê ragihandin. Rojnameger Zana Denîz ku berxwedana li Tişrînê dişopîne, li ser lihevkirina gengaz û geşedanên dawî axivî û wiha got: "Tirkiye difikirî ku wê Tişrînê di demeke kurt de bi dest bixin. Girtina Tişrînê dihat wateya ku Heleb jî dîl bê girtin. Di heman demê de wê bi elektrîk û avê gef li Kobanê bixwara. Tirkiyê beriya niha jî heman tişt bi rêya qutkirina ava Elok a bajarê Hesekê di dema dagirkirina Serêkaniyê de pêk anîbû. Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer li ser elektrîk û avê daye meşandin. Dema Heleb girt, wê karibe heman tiştî bîne taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê."
 
Denîz bi bîr xist ku tabûra YPJ'ê ya ji 10 kesan pêk tê di rojên destpêkê yên berxwedana Tişrînê de êrîşên Tirkiye û SMO’yê şikand û di 10'ê Kanûna 2024'an de paşve gav avêtin. Denîz bibîr xist ku rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn cara ewil rewşa Li Tişrînê ji raya giştî re ragihandine. Denîz da zanîn ku Tirkiye ji bo bendavê bi dest bixe gelekî ketiye nava hewldanan û wiha got: "Bendavê di van êrîşan de zerareke mezin dît. Li gel vê jî berxwedanê dewam kir. Qada herî girîng a vê berxwedanê tunel bûn."
 
'GEL BI ISRAR LI BER XWE DA'
 
Denîz bibîr xist ku dema êrîşan destpê kirin rêveberiya xweser banga seferberiyê kir û wiha got: "Di roja destpêkê ya berxwedana gel de êrîşeke mezin li hemberî gel hat kirin. Bi vê êrîşê re 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Lê belê tevî hemû êrîşan jî gel ti carî ranewestiya û hatina xwe ya ber bi bendavê ve dewam kir. Gelên Ereb, Kurd, Asûrî, Ermenî û Tirkmen hatin vê derê û tevlî berxwedanê bûn. Ev yek jî radixe pêş çavan ku Şoreşa Rojava ji aliyê gelan ve hatiye pejirandin."
 
Denîz diyar kir ku Tirkiyeyê bi dagirkirina Tişrînê re xwest pêvajoyeke nû bide destpêkirin û wiha pê de çû: “Ev pêvajo di berxwedana Tişrînê de asê ma. Ez yek ji şahidên vê berxwedanê me. Di vê berxwedanê de ji 7 heta 70 bi hezaran kes cih girtin. Di şopandina nûçeya min a dawî de, turbînên li bendavê dest bi temîrkirinê kirin. 8'emîn turbîn piştî mehan hate temîrkirin û bi wê re elektrîk ji Kobanê û gundên derdorê re hat peydakirin. Niha turbînên 2, 4 û 8 tên xebitandin. Turbînên 2 û 4 elektrîkê didin Heleb û Minbicê. Tûrbîna din jî wê ji bo peydakirina peymanên nû yên elektrîkê bê amadekirin. Li ser Tişrînê hê jî danûstandinên cihêreng didomin. Lê belê hê tiştekî zelal nîne. Hin naverok ên ku di organên cuda yên medyayê de belav dibûn ku ev peyman hatibû kirin, lê tiştekî din nemabû. Peymanek ji 8 xalan pêk tê hate îmzekirin. Xebatên li ser vê dewam dikin, her çend hêdî jî be. Em ê di dema pêş de refleksên vê li qadê bibînin."
 
'ENDEZYAR BI SAYA BERXWEDANA GEL DIXEBITIN'
 
Denîz da zanîn ku hêzên ewlekariya hundirîn bi hev re Tişrînê diparêzin û di peymaneke nû ya gengaz de wê hêzên ewlekariyê yên navxweyî li vê derê kontrol û ewlekariyê peyda bikin û mîna li Helebê fermaneke ku leşkerên Artêşa Sûriyeyê jî ewlekariya derve bikin tê nirxandin û wiha got: "Li gorî agahiyên dawî yên gihaştin ber destê me, bendav wê bibe herêmeke bêalî û ji aliyê hêzên ewlekariya hundirîn ve bê parastin. Tê payîn ku polîsên ji artêşa Sûriyeyê jî li vir ewlehiyê pêk bînin. Hin peymanên qismî pêk hatin, lê belê hin mijar hê bi temamî li hev nekirine. Piştî ku lihevkirin pêk hat, gelên ku di nava berxwedanê de ne, wê bi daxuyaniya ku ji aliyê rêveberiya xweser ve were dayîn, derkevin. Li aliyekî din jî xebatên endezyaran hê jî berdewam in. Berxwedana gel êrîş kêm kir û bendav dîsa xebitî.”
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

23/05/2025
16:43 Li Şirnexê banga ‘girtiyên nexweş berdin’ hate kirin
16:42 KATDER'ê kongreya xwe pêk anî
16:34 DEM Partî bi Partiya Gelecekê re civiya
16:25 Ji DEM Partiyê banga ‘Mutebeqeta civakî’
15:45 Ji bo 47 girtiyên ku têlên qawîşê rakirin rêzeceza
15:25 Ji bo girtina girtîgehên tîpên S û Y pêşniyarname
15:12 Der barê rojnamegera ku qetilkirina hempîşeyên xwe şermezar kir de lêpirsîn vekirin
14:11 Li Amedê ‘Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê’ dest pê kir
14:06 Barcelonayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya ‘Lîga Hêviyê’ da destpêkirin
13:13 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak: Divê ‘mafê hêviyê’ were cîbicîkirin
13:10 Ayşegul Dogan: Divê serokê meclîsê ji bo avakirina komîsyonê berpirsyarî bigire
12:15 Rapora têkildarî 20 girtîgehan: Her du 2 girtî di nav heman cihî de radizên
11:52 Dîroknas Ûlûgana: Çareserî ne rakirina Lozanê ye, çêkirina destûra bingehîn a demokratîk e
11:32 Çelenk: Di pêvajoya nû de hewcehî bi STO’yên muhafezeker ên serbixwe heye
10:48 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:44 Walîtiyê zozan li ajalvanan qedexe kir
10:24 Tulay Hatîmogûllari: Divê qanûna qeyûm bê betalkirin û rêveberiyên herêmî bên xurtkirin
10:23 Malpera înternetê ya belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate vekirin
10:21 Menzione: Divê Ocalan bikare guherîna daye destpêkirin li derve birêve bibe
10:18 Ji ber 'pirtûkê' doz li xwediyê weşanxaneyê û xebatkarê wê vekirin
09:45 Hevalê Altûn ê girtîgehê: Di tu mercan de tawîz ne dida
09:30 Malbatên di şer de zarokên xwe winda kirine: Em azadî û aştiyê dixwazin
09:05 Bi hinceta ‘kêmasiyên teknîkî’ mafê hevdîtina bidîmen ê girtiyan tê astengkirin
09:05 Bi hinceta ‘midûr guncav nedîtiye’ cih nedan lîstika şanoya Kurdî!
09:03 Wêneyên peykê yên texrîbata li Gabarê
09:01 Cîgirê DGD’ê Taş: Em ji Ocalan bawer in, em ji bo tevkariyê amade ne
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2025'AN
08:36 Li dijî ÎBB'ê pêla 4’emîn a operasyonê: 49 kes hatin binçavkirin
22/05/2025
16:39 Li Colemêrgê ji bo ziman daxuyanî: Li her qadên jiyanê em ê têbikoşin
15:38 ‘Tecrîdê rakin, girtiyên nexweş berd in’
15:16 Wezareta Parastinê: Dê êrişên me bidomin
14:30 Meclisa Zarokan a Konseya Bajar a Amedê hat avakirin
14:24 Erdogan têkildarî destûra bingehîn axivî: Derdekî min ê weke jinûve hilbijartinê nîne
13:10 Tedawiya Akademîsyenê Aştiyê Yîgîter didome
13:09 Rojnameger Oznûr Deger hate berdan
13:09 Ji bo heqaretên zayendperest ên polîsî biryara neşopandinê hat dayin
11:37 Ji malbatên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn peyama spasiyê
11:12 Daxistina cezayê ya bi hinceta ‘arandina nerewa’ cisaretê dide faîlan
10:32 Bakirhan: Yên xwe neguherînin dê nekarin xwe li ser pêyan bigirin
10:12 ‘Bi xespkirina mafê tedawiyê re li girtîgehan stratejiya kuştinê di meriyetê de ye'
09:59 Nivîskar Gretchen Dutschke-Klotz piştgirî da banga Ocalan
09:35 Dadgehê qedexeya walîtiyê ya li ser bîranîna Şêx Seîd betal kir
09:05 Welatiyên Amedê: Bangî Ocalan dikin ku were Meclisê, wê demê çima bernadin?
09:03 Dayika Cemîle Çagirgayê: Kurdan tişta diket ser milê xwe kirin
09:01 Besta tê tunekirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2025'AN
08:55 Di Behra Egeyê de bi pileya 6.0’ê erdhej çêbû
21/05/2025
16:50 Hevserokên giştî çûn serdana malbata Tekîk
15:27 Yuksel Koç hate girtin
14:57 Li Wanê wesayîta zirxî li motorsîkletê xist: 2 kes birîndar bûn
14:50 Hevserok çûn serdana şîna Saglam
14:35 Bang li dayikên leşker û polîsan kirin: Werin em dest bidin hev
13:56 Fatma Ozbay: Bi sedyeyê ve hatim kelemçekirin û wisa birin emeliyetxaneyê
13:22 Hestiyên ku li Licê hatine dîtin: Lêkolîneke hiqûqî nehat kirin
12:27 Lêpirsîn li rojnamegerên hempîşeyên xwe bi bîr anîn hate vekirin
12:22 Dozgerî xwest biryara beraetê ya rojnameger Dîren Yurtsever bê betalkirin
12:21 Pêşnûmeya ‘Bila Komîsyona Heqîqet û Edaletê bê avakirin’ da Meclisê
12:09 Ji ber propagandaya rêxistina bênav hatin girtin
11:47 Yîgîter ê rastî êrişa çekdarî hat: Rewşa min baş e
11:38 Parêzera OHD’î hate binçavkirin
11:30 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Em tenê nebin piştevanên pêvajoyê, em bibim kirdeya wê
11:21 Prof. Dr. Koker: Paradîgmaya Ocalan li ser esasê guhertina netewe dewletê ye
11:08 Olgun: Biryara PKK’ê stratejîk e û divê aliyê din jî gavên cidî biavêje
10:37 Halîde Turkoglû: Di komîsyonê de hewceye jin pêşeng bin
10:19 Ji bo tevlibûna danişîna Oznûr Deger bang kir
10:07 Tehliyeya girtiyê ‘poşmantî’ red kirî cara 3’yan hate taloqkirin
09:53 Sayin: Pêvajoya nû dê ji bo sosyalîstan bibe destpêkeke xurt
09:42 Ji bo Erdexan û Qersê hişyariya barana zêde
09:39 Cerdevanan ji bo birîna daran gef li gundiyan xwarin
09:20 DEM Partî dê bi ‘Komîsyonên aştiyê’ re têkoşîna hevpar birêxistin bike
09:03 Li Colemêrg di bin parastina leşkeran de talana xwezayê
09:01 Daxwaza ciwanan a ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2025’AN
20/05/2025
21:53 Li dijî akademîsyen Yîgîter êrişa çekdarî: Rakirin beşa lênihêrîna awarte
21:35 DEM Partiyê têkildarî hevdîtinan daxuyanî da
16:46 DEM Partî bi YRP’ê re civiya
16:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê bi dawî bû
16:20 Siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç hate binçavkirin
16:14 Danişîna doza rojnameger Oruç hate taloqkirin
15:01 Amedsporê peymana xwe ya bi Servet Çetîn re bi dawî kir
14:56 Banga ‘Bila Tirkiye Peymana Windakiriyan a NY’ê îmze bike’ hate kirin
14:48 Ji OHD'ê bo Kurdî 5 daxwaz
14:32 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir
13:26 AYM’ê ji bo qeydkirina hevdîtinên girtiyan dîsa got ‘binpêkirin e’
13:11 Kurtulmuş: Kesên dixwazin pêvajoyê jehrî bikin dê hebin, me tevdîr girtine
13:00 HPG: Êrişên artêşa Tirk berdewam in
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Ji bo gavên hatine taloqkirin êdî tu astengî neman
12:06 Zozan Çewlîg: Navenda têkoşîna me Rêber Apo ye
11:53 Şêniyên 7 gundan li dijî çêkirina kana keviran di çalakiyê de ne
11:42 Danişîna doza rojnameger Yelda Çîçek hat lidarxistin
11:41 Seyfî Zogurlu: Şerê niha dê zehmettir be
Şiyar Amed: Deriyeke nû tê vekirin
11:25 Ji ber nivîsa 'Let's go Kurdistan'ê doz hate vekirin
10:49 Nivîskar Yûsûf Karadaş: Di nîqaşên Lozanê de hedef CHP ye
10:30 TJA’yê ji bo ‘Meşa Aştiya Civakî’ bang kir
10:29 Dayika Sema Yuceyê: Bila dewlet gavan biavêje
09:58 Li dijî ÎBB’ê operasyona binçavkirinê:22 kes hatin binçavkirin
09:50 Li Stenbolê dê şahiya Cejna Zimanê Kurdî bê lidarxistin
09:40 Nivîskarên Kurd: Ji bo çareseriyê divê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî
09:21 Xelkê Mexmûrê heta daxwazên wan pêk tên dê çalakiya xwe bidomînin
09:17 Di doza 'berpirsiyariya îdarî' ya Dedeogullari de Dadgeha Kargêrî ya Bilind biryar da