STENBOL - Nûnerê Herêma Stenbolê yê DÎSK'ê Asalettîn Aslanoglû anî ziman ku 1'ê Gulanê roja têkoşîna hevpar a karker û kedkaran e û bang li her kesî kir ku li Kadikoyê daxwazên xwe yên demokrasiyê biqîrin.
1'ê Gulanê wê li Stenbolê bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) bi dirûşmeya "Em ê ji bo ked, demokrasî û edaletê bi ser bikevin" li Qada Rihtimê ya Kadikoyê bê pîrozkirin.
Nûnerê Herêma Stenbolê yê DÎSK'ê Asalettîn Aslanoglû têkildarî amadekariyên 1'ê Gulanê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Aslanoglû bal kişand ku 1'ê Gulanê li Tirkiyeyê wê di nava rewşeke aloz de derbas bibe û bal kişand ser ser binçavkirin û girtinq Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û got: "Divê em binirxînin ku em di 1'ê Gulanê de di rewşeke ku mafê hilbijartinê yê nîşaneya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye tê xespkirin de pîroz dikin."
Aslanoglû anî ziman ku DÎSK her tim dirûşmeya "Demokrasî nanê kedkaran e" diqîre û got ku bêyî demokrasiyê aştî û edalet pêk nayê.
‘ME DEST JI TAKSÎMÊ BERNEDAYE’
Aslanoglû diyar kir ku li Tirkiyeyê gel nikarin xwepêşandanan li dar bixin û der barê gengeşeyên li ser pîrozkirina 1'ê Gulanê ya Stenbolê ya li Taksîmê de ev tişt hatin gotin: "Taksîm qada 1'ê Gulanê ye. Ne pêkan e ku em ji vê yekê gavekê jî paşve biavêjin. Hem Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û hem jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar dane. DÎSK, KESK, TTB, TMMOB û Hêzên Demokrasiyê yên Kedê, me biryar da ku ji bo 1'ê Gulanê li Taksîmê bê pîrozkirin serlêdanê bikin. Lê Walîtiyê serlêdana me ragihandiye Wezareta Karên Navxweyî, lê qebûl nekirine. Piştî vê me ji bo Kadikoyê serlêdan kir û hat qebûlkirin. Ev yek bi Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê re hatiye parvekirin û biryareke hevpar hat dayin ku li Kadikoyê be. Lê ev nayê wateya ku me dest ji Taksîmê berdaye. Niha em hewl didin bi milyonan kes li Kadikoyê kom bibin."
BANGAWAZÎ
Aslanoglû diyar kir ku armanca wan ew e ku li Kadikoyê bi milyonan li hev kom bikin û wiha got: “JEm dixwazin bi dengekî bilind daxwaza xwe ya ji bo demokrasiyê bînin ziman." Aslanoglû bilêv kir ku hêvî dikin ku têkoşîna wan bibe sedema jinûveavakirina demokrasiyê û bibe sedem ku ew 1'ê Gulanê êdî li Taksîmê pîroz bikin.
Aslanoglû hemû kedkar û karkeran vexwand qada 1'ê Gulanê ya Rihtima Kadikoya a Stenbolê.
MA / Melîk Çelîk