AMED - Aktivîsta TJA'yê Delal Tellîoglû Gemê diyar kir ku dewlet bi "Sala Malbatê" plan dike ku jinên li malê heps bike û go: "Em fikra ku jinê mehkûmî malê dike û ji jiyanê dûr dixe, qebûl nakin."
AKP'ê yaku di serdema desthilatdariya xwe ya 23 salan de gav bi gav jinan hepsî nava "malbatê" dike, dixwaze polîtîkayên xwe bi sala 2025'an bi "Sala Malbatê" xurttir bike. Piştî ku sala malbatê hat îlankirin, polîtîkayên desthilatdariyê yên li ser bedena jinê jî ketin dewrê. Wezareta Tenduristiyê li navendên tenduristiyê sezeryana plankirî qedexe kir.
Di salên AKP’ê de ku newekheviya zayendî kûr bû, tundî û qetlîamên li ser jinan veguherîn qirkirinê. Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) di meha Çileyê de ji 33 jinan 23, di meha Sibatê de ji 16 jinan 11 û di meha Adarê de jî ji 18 jinan 15 jin di encama tundıya mêr a li malê jiyana xwe ji dest dane.
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Delal Tellioglu Gemê politikayên AKP'ê yên jinan hepsî malê dike nirxandin.
Delal Tellîoglû Gemê bal kişand ser "Sala Malbatê" ku AKP'ê ew îlan kiriye û got ku ew di serdemeke ku qetilkirina jinan di asta herî bilind de ye derbas dibin û got: "Tenê di meha Çileyê de 33 jin hatin qetilkirin. Lê mixabin piraniya kujeran nasön jınan e."
Delal Tellîoglû Gemê anî ziman ku "Sala Malbatê" bi armanca jinan mehkûmî malê bike hatiye îlan kiriye û got ku desthilat jinê wekî koleyan dibîne û bi mehkûmkirina nava malê re dixwaze wê ji jiyanê qut bike.
MODELA MALBATA DEMOKRATÎK
Delal Tellîoglû Gemê bal kişand ser jinên ku li dijî newekheviya zayendî ya civakî û avakirina "malbatê" ya ferzkirî tên sûcdarkirin û got ku ev jî bi zanebûnî tê belavkirin. Delal Tellioglu Gemê destnîşan kir ku ew wekî TJA li dijî avahiya "malbatê" ya ku desthilatdar xwe li ser jinûve ava dikin ne û got: "Li vir girîngiya malbata demokratîk derdikeve holê. Di nava vê avaniyê de hemû ferdên malbatê hene û her kes xwe tê de dibîne."
Delal Tellîoglû Gemê anî ziman ku polîtîkayên bêcezakirinê yek ji faktorên zêdebûna tundî, taciz û qetlîamên li ser jinan in û got: "Ji ber ku mêr piştî êriş û qetlîamên li hemberî jinan rastî cezayên astengkirinê nayên, dikarin bi hêsanî wî 'mafî' wdi xwe de bibînin û êrişî jinan bikin."
Delal Tellîoglû Gemê diyar kir ku ew wekî TJA polîtîkayên ku jinan hepsî malê dike qebûl nakin û got ku ew ê li her derê li dijî vê rabin û bitêkoşin.
MA / Şîrvan Şîlan Çîl