* Gulîzar Yaşar ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de kekê xwe, keça xwe, kurê xwe û 19 xizmên xwe winda kir, diyar kir ku divê dewlet li dijî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berpirsyartiya xwe bicih bîne.
* Rojnameger Cafer Tar, diyar kir ku bi “Projeya Xeta Boruyê ya Rojhilatê Behra Spî” re Tirkiye li derve hatiye hiştin û bi vê yekê re dê Qibris hêj girîngtir bibe. Cafer Tar, got: “Cihê Qibrisê cihekî girîng e lê pozîsyona Kurdan bi qasî wê girîng e.”
* Li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê ji ber zexta lêgerîna nava dev ku 7 meh in didome, tedawiya girtiyan tê astengkirin.
* Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê ku dixwaze li bajar mal bi mal “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” vebêje, armanc dike ku herî kêm bi milyonek û 145 hezar kesan re bên cem hev.
* Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû diyar kir ku ji bo civakîbûna aştiyê roleke mezin ê Sirri Sureyya Onder heye û got: “Ev xak, xaka mirovên xwedî wijdan e. Mîna Babaîyan û Celaliyan, îro jî ji wê xakê Sirri Sureyya Onder derketiye.”
* Jinên tev li deklarasyona "Şiyar Be! Platforma Tekoşîna Li Dijî Tiryakê" de cih girtin, diyar kirin ku sedema zêdebûna bikaranîna tiryakê ya li Kurdistanê, polîtîkayên şerê taybet ên dewletê ye.
* Nûnerên partiyên siyasî yên beşdarî Konferansa Yekitiya Kurd bûn, diyar kirin ku konferans li ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin û hêvî kirin ku bibe wesîleya lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd.
* “Komxebata Girtîgehan” a ÎHD’ê ya li Şaxa Amedê dê bidome. (10.00-17.00)
* MATUHAYDER dê 3’yemîn Kongreya Asayî li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bagcilar a Stenbolê li dar bixe. (11.00-17.00)
* Rêxistina DBP’ê ya Amedê dê 6’emîn Kongreya Awarte bi beşdariya Hevseroka Giştî Çîgdem Kiliçgun Uçar li Eywana Dawetan a Ayazê li dar bixe. (11.00) ZINDÎ
* 10’emîn Mihrîcana Şanoyê ku Şanoya Bajar a Amedê û Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dirûşma “Çiraya Me Geş Dibe” li dar dixin, dê li Navenda Kongreyan a Çand Amedê bidome. (13.00-20.00)