* Hevberdevkê Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku avakirina civaka demokratîk ji bo bindestan peywireke û xwest her kes bi coşa Newrozê beşdarî 1’ê Gulanê bibe.
* Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Gunebakanê Derya Alpaslan diyar kir ku divê jin di pêvajoyên çêkirina qanûnan û biryardayinê de xwedî gotin bin.
* Delegeyên tev li Konferansa Yekrêziya Kurd bûn diyar kirin ku dê ev konferans yekitiya Kurdan xurt bike û niha jî dora lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd e.
* Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît dê têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê daxuyaniyê bide. (11.30) ZINDÎ
* ÎHD dê li avahiya şaxa ya li Amedê lîsteya girtiyên nexweş aşkera bike. 12.30 ZINDÎ
* ÎHD dê bi boneya meha 160'emîn a Komkujiya Roboskê li ser Cadeya Sakaryayê ya li Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.30)