ŞIRNEX - Ekolojîstên li dijî qirkirina ekolojiyê têdikoşin û piştî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan kampanya dane destpêkirin, wiha gotin: “Yek ji gava ewil a ku divê dewlet biavêje ew e ku destê xwe ser xwezaya me vekêşe.”
Zêdetirî 4 sal in li çiyayên Cûdî û Gabarê û Herêma Bestayê yên Şirnexê qirkirina ekolojiyê hatiye destpêkirin û ev qirkirin didome. Li şûna darên tên birîn kalekol û rê tên çêkirin û qadên daristanê tên tunekirin. Bi vê qirkirina ekolojiyê re gefeke mezin li ser jiyana hemû zindiyên li herêmê tê xwarin. Li Gabarê di bin navê lêgerîna petrolê de û li Cûdî jî bi hincet kanên komirê qadên daristanê tên tunekirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û piştî vê bangê, rêxistinên ekolojiyê jî ketin nava liv û tevgerê. Rêxistinên ekolojiyê li dijî birîna daran a li herêmê, kampanyaya “Tu jî darekî biçîne jiyanê şîn bike” dan destpêkirin. Mîna li gelek bajarên bakurê Kurdistanê, rêxistinên ekolojiyê di çarçoveya kampanyayê de li Herêma Bestayê jî gelek dar çandin.
Rêxistinên ekolojiyê, têkildarî kampanyaya xwe bi ajansa me re axivîn.
‘QIRKIRINA EKOLOJIYÊ YA LI BOTANÊ’
Hevberdevka Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyol diyar kir ku qirkirina ekolojiyê ya li Botanê gihiştiye astekî xeternak û ev tişt anî ziman: “Tevgera me kampanyaya çandina daran da destpêkirin. Di esasê xwe de armanca me ya ji vê kampanyayê ew bû ku li dijî qirkirina xwezayê, bertekê nîşan bidin û gel serbigehînin. Şirnex, bi taybet hatiye hilbijartin û pir zêde rastî qirkirina xwezayê tê. Em di pêvajoyeke ku qirkirina daran û polîtîkayên rant û şer di nav hev de tên domandin de ne. Dema em hatin Şirnexê me dît ku dar hatine birîn û ji bo bifiroşin bajarên din li kêleka rêyan hatin komkirin. Em her tim rastî van dîmenan tên. Ev, parçeyeke polîtîkaya rant û şerê taybet e. Salên demdirêj e li dijî gelê Kurd polîtîkayên înkar û tunekirinê hene. Di esasê xwe de bi vî şerî re hebûna gelê Kurd hedef tê girtin.”
'DIVÊ SERMAYE DESTÊ XWE BIKIŞÎNE’
Derya Akyol, bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Ji bo pêvajo baş bi ser keve, divê aştiya ekolojîk jî bê kirin. Divê sermaye di vê pêvajoyê de destê xwe ser xwezayê vekêşe. Pergaleke ku erdnîgariyê tune dike û ji mirovan xalî dike heye. Hema hema tevaniya Şirnexê weke qada madenê hatiye ragihandin û her tim dar lê tên birîn. Ev rewş nîşan dide ku şer û qirkirina xwezayê ji hev cuda nînin. Banga aştiyê ya hatiye kirin ne tenê banga aştiya civakî ye. Di heman demê de banga bi aştiya bi xwezayê re ye. Jiyana ekolojîk, ji ji aştî û demokrasiyê cuda nîne. Pêvajoya aştiyê her wiha dê pêşiya qirkirina xwezayê jî bigire. Dema em dibêjin aştî, di heman demê de em dixwazin ku sermaye ji xwezaya me dûr bisekine.”
'EV PÊVAJO AŞTIYA BI XWEZAYÊ RE YE’
Hevberdevkê Komeleya Ekolojiyê ya Wanê Erdogan Oduk jî anî ziman ku qirkirina ekolojiyê ya li Kurdistanê, encama polîtîkayên şer ên li Kurdistanê ye û got: “Dema em dihatin vê derê, me darên hatine birîn û li rex rêyê hatine komkirin dîtin. Her wiha xwezayeke ku hewl dida jinûve şîn bibe me dît. Em rastî dîmenên geleke xeternak hatin. Dema şerê li Kurdistanê tê dijwarkirin, bedela herî giran xweza dide. Û di encama vî şerî de erdnîgariya Kurdistanê ji qirkirina xwezayê re tê derbaskirin. Pêvajoya destpêkirî dê bi xwe re jinûve hêşînbûna xwezayê û aştiya di navbera hemû zindiyan de bîne. Ev ne tenê aştiya di navbera Tirk û Kurdan de ye, her wiha aştiya bi xwezayê re ye. Hêvîdarin her kes bi berpirsyartî nêzî kampanyaya me ya danîna şitlan bibe û piştgiriyê bidin. Ev ne tenê karê komeleyên xwezayê ne, berpirsyartiya me tevan e. Heta ku ev qirkirina ekolojiyê ya li Kurdistanê bi dawî dibe dê têkoşîna me bidome.”
‘BILA DESTÊN XWE SER XWEZAYÊ VEKÊŞIN’
Endamê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Ahmet Başak jî anî ziman ku heke dewlet qirkirina ekolojiyê ya li Kurdistanê bide sekinandin, wê demê ew ê ji pêvajoyê bawer bin û got: “Dewletê di salên 90’î de welatî bi darê zorê ji gundên wan derxist. Qirkirina îro li ser ekolojiyê tê kirin, parçeyeke polîtîkaya şerê taybet e. Mudaxileyî xwezayê dikin û xelkê dîsa koçber dikin. Li Botanê li serê her girekî kalekol û quleyek heye. Ji bo çêkirina van jî bi hezaran dar tên birîn. Di bin navê ‘ewlehiyê’ de qirkirinê dikin. Pêvajoyeke hatiye destpêkirin heye lê dewletê hêj tu gavên şênber neavêtiye. Divê gava ewil a dewlet biavêje ew be ku destê xwe ji xwezaya me vekêşe. Dê têkoşîna me ya li dijî vê bidome.”
'DIVÊ EM TIŞTA DIKEVE SER MILÊ XWE BIKIN’
Berdevkê Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê Felemez Oner jî ev tişt anî ziman: “Zêdetirî 4 sal in li Şirnexê xweza tê qirkirin. Me jî biryar da ku li vir xebatekê bidin meşandin. Xwezaya me tê qetilkirin, bendav û kanên madenan tên çêkirin. Ji bo ji vê talanê re bibêjin bes e em hatine vir. Dê têkoşîna me ya li dijî qirkirina ekolojiyê ya li her aliyê Kurdistanê tê domandin, bidome. Gelek qadên qirkirina ekolojiyê lê tê kirin hene ku pêşkeşî sermayeyê tên kirin. Ji bo parastina xwezayê em ê tişta ji dest tê bikin.”
MA / Zeynep Durgut