NAVENDA NÛÇEYAN - Keça Sirri Sureyya Onder, Ceren Onder Kandemîr nameya ji bavê xwe re nivîsandî xwend û got: “Biqasî ku pêdiviya min bi bavekî nemîne te ez têr kirim. Lê ji dostaniya te têr nebûm. Ez bi te serbilind im.”
Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder ku li Nexweşxaneya Florance Nightingaleyê dihat tedawîkirin, duh jiyana xwe ji dest da. Onder, ber bi rêwîtiya xwe ya dawî ve tê oxirkirin. Ji saetên serê sibehê ve bi hezaran kes herikîn Navenda Çandê ya Ataturkê (AKM) ya li Taksîmê. Ji hunermendan heta siyasetmedaran, bi hezaran kes herikîn AKM’ê. Bernameya oxirkirina Onder bi axaftinan didome.
Keça Onder, Ceren Onder Kandemîr ji bo bîranîna bavê xwe axaftineke kin kir. Ceren Onder Kandemîr ku hêsir dibarand, got: “Ez kengî hewl bidim tiştekî binivîsim, li bavê xwe digeriyam û min nivîsa xwe li ser telefonê jê re bideng dixwend. Ez û ew tenê yekkes bûn. Weke ku ji xwe re bixwînim min dixwend. Min xeletiyên xwe didît.”
NAMEYA JI BAVÊ XWE RE NIVÎSANDÎ XWEND
Ceren Onder Kandemîr piştre jî nameya ji bavê xwe re nivîsandî xwend. Name wiha ye: “Bavo, hemû rengên jiyanê çûn. Jiyana ku ez dizanim, qediya. Niha, jiyaneke nû dest pê dike. Jiyaneke tije tirs, bi nediyariyan tije. Jiyaneke ku êdî îxtîmala tiştên beriya niha min qet nebihîstî ji te bibihîsim tune bûyî. Ji roja xwe nas dikim heta niha her tim bi tirsa windakirina te jiyam. Ev tekane kabûsa min, zeafa min, êşa min, kelegiriya di qirika min de, êşa canê min bû. Tu ewqas baş bûy, ewqas bêhempa bûy ku min digot ‘ev zilam tenê bi mirina xwe dikare bi min êşê bide kişandin.’ Kemana min di nîvşevê de lê dixist, dengê cimbiş, dengê udê, helbestên te di carekê de jiber dixwendin, rojê pênc caran û qehweyên ku her cara bi kelecaneke mezin em lê dihatin cem hev ku dibêjî qey cara ewil hev dibînin, malên ku ji bo te teng diman, dilnehiştina te, xêrxwaziya te, nexeyîdîna te ya ji tu kesî, tirsa te ya ji şikandina dilan, tirsa te ya ji şikandina rûmeta kesan... Bi gotina ‘bavo dilê min şikestiye’ li te digeriyam. ‘Bavo ez grîp bûme, bavo kuxika min naçe, bavo pisîka min mir, ez aşiq bûm, xew neçû çavê min...’ Ez ji bavtiya te pir têr bûm, tiştên te heta niha dane min ne tenê bi têrî min, bi têrî kurê min û zarokên wî jî dike. Biqasî ku pêdiviya min bi bavekî nemîne te ez têr kirim. Lê ji dostaniya te têr nebûm. Ma mirov ji wê dostaniyê têr dibe?
Niha dixwazim hêrs bibim. Te got; ‘Du hefte piştre dê protokola aştiyê were îmzekirin, piştre em rehet in, ez ê emeliyat jî bibim.’ Dixwazim xwe ji gotina te ya ‘Ma dê di du hefteyan de çi bibe?’ aciz bikim. Grevên birçîbûnê, ji îşkenceyên li girtîgehan... Ji ber ku tu tenê bi xwe re eleqeder nebûyî dixwazim xwe ji te aciz bikim, li nikarim vê bikim. Ji ber nameyeke te ji Girtîgeha Kandirayê ji min re şandibû nikarim xwe ji te aciz bikim. Te gotiye ‘Te jî bavekî ku tu rêyên te de bimeşe tune, tu armancên xwe tune lê her carê ne li cem min nedixwest.’ Ma min niha nedixwest ku tu niha mecbûr nebî biçî. Te digot; ‘Ji bo kesên li dijî te bihêrs, ji ber xizanî û bêpariya xwe bihêrs neke.’ Ji roja tu ji dayik bûyî heta niha emrê te di nava xizanî, bêparî û êtimiyê de derbas bû. Ka te ev hêrsa xwe di ku de veşart? Min ew qet nedît. Bawerim te di dilê xwe de veşartiye. Bavo, bêyî ku milkê te hebe, bêyî ku fanêleyê duyemîn bikirî, bêyî ku ji kesekî tiştekî bixwazî, bêdeyn bêxerc, ne qirika xwe lê bi xweyîkirina rûmeta xwe te ji vê dinyaya lê dijî koç kir û diçî.
Dema li ser çûyînê, te parek ji keyfxweşiya xwe jî ji Can û Yasîn re hişt, lê te tevahiya rengê xwe bir. Dema ji te têr bûm, wê demê min karî hezkirina xwe bidim te. Min her roj ji te re got ku ji te hez dikim. Dema ji te têr bûm, min tu maç kirî, min tu bêhn kirî. Bila niha hemû rengên min jî bo te bin. A rast tu dê li wir dostên xwe jî bibînî (Xwişka Gulten, xwişka Pervîn li ku ne?) Êdî bêhna xwe vede qulingê min. Em ê baş bin. Em ê her tim qala te ji bo zarokan bikin. Her çend henekên te di devê me de baş rûnenin jî em ê hewl bidin zehr bikin. Di dilê min de niha hêminiyeke ku baş nikarim vebêjim heye. Hêminiya wê ye ku êdî dizanim tu mecbûr nînî têbikoşî. Di roja dawî ya ku me tu li ser pêyan dîtî de, te poşetekî têde pirteqal û qutiyeke hêkan tê de hebûn dabû me. Ji bo Can, her tim di berîkeke te de mandalîn û di berîka din de jî mehîta fistiqan hebû. Ez ê hezkirina te ya ji bo hingivên di qutiyên tenekeyê de û tesîsên bêhnvedanê ji bîr nekim.
Te digot heta daweta Cano nebînim ez ê neçim. Tu soz nebûn ku te bicih ne anî, ma tu diçî? Te dixwest aştiyê bibînî. Dema zarok êtîm diman dilê te parçe dibû. Devê te ji şîr qet nedişewitî. Aştî bû çi bû nizanim; min li korîdorên nexweşxaneyê di nava qelebalixa bêçîn, bêal, xemgîn û bihêvî de tiştekî dişibiya aştiyê dît. Bila çavên te vekirî nebin û hişê te li ser me nemîne. Bi rêzikên helbestên ku te bi wî dengê xwe yê xweşik ji min re dixwend; ‘Dizanim, baran careke din ber bi jor ve nabare. Êdî naêşe û şopa kêrê jê diçe. Lê tu bayek dê nekare cihê te yê vala mayî tije bikin. Ji jiyanekê ber bi jiyaneke din ve, cihê qulingên bi hev re difirin li asîmanan.’ Ez bi te serbilind im.”