* Endamê OHD’ê Baran Elma diyar kir ku xetere li ser mafê perwerdeyê yê xwendekarên girtî heye û got: “Bi vê yekê re hem azadiya wan tê binpêkirin hem jî ev rewş dê bi xwe re encamên jêneveger bîne.”
* Li navçeya Eyyubiyeyê ji ewil malên 3 welatiyan dan îhaleyê û piştre jî biryara hilweşandinê hate dayin. Dema hêj doza didomiya, malê welatiyan di nîvşevekê de hatin hilweşandin û 5 pisîkên di bin kavilan de mayin mirin.
* Nivîskar Ahmet Çelîk diyar kir ku ji bo pêvajo bi rêk û pêk bimeşe divê pirsgirêka ziman were çareserkirin û statuya Kurdî bê qebûlkirin.
* ESP û SGDF'iyan ji bo piştevaniya bi girtiyên bi daxwaza girtina girtîgehên bi ewlekariya bilind di çalakiya greva birçîbûnê kirine, çalakiya greva birçîbûnê li dar dixin. Çalakvanan gotin ku divê kesên li derve piştgiriyeke xurt bidin girtiyan.
* Rojnamegerê girtî Ercumet Akdenîz diyar kir ku girtina rojnamegeran binpêkirina azadiya çapemeniyê ye û got: "Em ê nehêlin pênûsa Ugur Mumcu, Mûsa Anter û Metîn Goktepeyan bikeve erdê."
* Danişîna doza rojnameger Semra Turan, Tolga Guney û Melîke Aydin ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tên darizandin, dê li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê bê lidarxistin. (09.00)
* Şîna Hevserokê DEM Partiyê ya Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk dê bi girseyî bê ziyaretkirin.
* Şaxa OHD'a Rihayê dê ji bo girtiyên nexweş li pêşiya edliyeyê daxuyaniyê bide.
* Şerzan Kurt dê li Êlihê li ser gora xwe bê bibîranîn. (15.30)