AMED - Zimanzan Zana Farqînî destnîşan kir ku heke dewlet dev ji polîtîkayên heyî berde jî li ser Kurdî xetere heye û got: “Dewlet deyndar e, divê cihêkariyeke pozîtîf bike ku ev ziman winda nebe.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û ji wê rojê ve nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd bedewam in. Yek ji daxwaza sereke ya gelê Kurd ew e ku Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê. Komele û rêxistinên li ser Kurdî xebatan dimeşînin, di vê çarçoveyê de çalakiyên cur bi cur li dar dixin.
Zimanzan Zana Farqînî diyar kir ku hewceye zîhniyeta ku Kurdî weke xetere dibîne biguhere. Farqînî, got ku Tirkiye li ser “yekperestiyê” hatiye avakirin û ziman, çand û nasnameyên derveyî Tirkî hatine qedexekirin.
Farqînî, bal kişand ser zextên ser Kurdî û ev tişt anî ziman: “Li daîreyên dewletê, di xizmetên cemaweriyê de bi vî zimanî xizmet nayê dayin. Zîhniyeta li Tirkiyeyê ev zêdetirî 100 sal in li ser vê yekperestiyê hatiye avakirin û ji bilî Tirkî tehemûla tu zimanên din nayê kirin. Hêj jî konserên Kurdî tên qedexekirin. Şanoyên Kurdî, her tiştên aydê Kurdî nikare xwe ji van qedexe û astengkirinan xelas bikin.” Farqînî, got ku tevî ewqas zextan jî bi taybet jî di nava 40 salên dawî de Kurdan bêhtir birêxistinkirî daxwaza van mafên xwe kiriye.
'ISRARA DI YEKPERESTIYÊ DE DÊ BIBE SEDEMA PEVÇÛNÊ’
Bi domdarî Farqînî bal kişand ser welatên pirziman û wiha got: “Ji xwe re piranîparêziyê esas digirin. Lêbelê ev welat li ser yekperestiyê hatiye avakirin lewma ji wê rojê heta niha gelê Kurd kengî behsa maf û azadiya xwe yan jî zimanên gelên din bike, dest bi gotina ‘Dê welatê me parçe bibe, ma em ê çawa ji hev fêm bikin’ dikin. Ji ber ku hêj ji destpêkê ve ev fikra xelet di mejiyê her kesî de hatiye bicihkirin, vê hestê dijî. Li dinyayê piranîparêzî jî heye, pirzimanî jî heye û pirçandîtî jî heye. Ev, dewlemeniya civakê ye, nabe sedema parçebûna civakê. Hewceye dewlet xwe li ser sosyolojiya civakê ava bike û dîzayn bike. Divê xwe li gorî vê rastiyê nû bike. Dema qala piranîparêziyê tê kirin, dikevin nava tirs û fikaran û dibêjin ‘Nabe, em ê tenê bibin rengek.’ Lê israra di yekperestiyê de, rê li ber bêhizûriyê, rê li ber pevçûnê vedike.”
Farqînî, bal kişand ser geşedanên piştî banga Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha behsa pêvajoyeke nû, guherîna paradîgmayeke nû tê kirin. Hêvîdarim ku ev zemîn wiha bidome, mirov bikarin êdî fikrên xwe bêyî tirs vebêjin, bikarin ji bo maf û azadiyên xwe hemû rêbazên demokratîk û aştiyane bi kar bînin. Hewceye dewlet jî bikare dev ji konsepta xwe ya berê berde, li gorî pêvajoya nû nêzî daxwazan bibe. Divê dewlet, têkoşîna demokratîk weke mafekî bibîne û pêşiya wê veke, mirov bikarin bi awayekî azad xwe birêxistin bikin û hebûna xwe biparêizn. Divê bikare bibêje ku li gel welatekî demokratîk, pirzimanî, pirçandî, civakeke reng bi reng û pergaleke li gorî sosyolojiya welat e.”
'STATUYA KURDÎ LI PÊŞIYA TIRKÎ ASTENGÎ NÎNE'
Farqînî, axaftina xwe wiha domand: “Fikra ‘Heke ew maf û azadiyên xwe bi dest bixin em ê ji maf û azadiyên xwe bibin’ xizmetê ji aştiyê re nake. Heke mirov bikarin hebûna xwe bi nasnameya xwe bidomînin, wê demê dê hizûr û aştiyeke civakî bibe. Mirovên wê civakê dê bi hev re bi aştiyane bijîn. Dê reng û nasnameyên mirovan weke mafek were dîtin. Dê mirov pir bi tolerans bin. Dê her kes ziman, nasname û rengên hev weke mafên sereke bibînin. Bikaranîna Kurdî, statuya Kurdî, perwerdeya bi zimanê Kurdî, xizmeta bi Kurdî ya di saziyên dewletê de tu caran li pêşiya Tirkî nabe astengî. Dema civakê biryara xwe da, dema got ‘Em dixwazin bi hev re û bi mafên wekhev bijîn’, dema hebûna hev qebûl kirin, wê demê dê bikarin bêyî pirsgirêk bijîn. Lê belê heke yek ji wan mafên yên din înkar bike, demokrasiyeke li ser bingeha înkarê, civakeke demokratîk ava nabe.”
'DIVÊ DEWLET CIHÊKARIYA POZÎTÎF BIKE’
Di berdewama axaftina xwe de Zana Farqînî anî ziman ku heke dewlet dev ji polîtîkayên heyî berde jî xetereya li ser Kurdî ji holê ranabe û wiha pê de çû: “Dewlet deyndar e; divê cihêkariya pozîtîf bike da ku ev ziman winda nebe. Heke zimanê hev nas bike, qîmetê bidê û li çavên hev binêre, wê demê dê aştî û zimanê aştiyê ava bibe. Heke em bibêjin em bira ne, heke birayek bi zimanê birayê din nezane, heke wî weke mafekî nas neke dê çi bibe? Heke birayek bibêje ‘Tu dev ji zimanê xwe berde, bi zimanê min biaxive lê em dîsa jî hev weke bira bibînin’, wê demê ev dê bibe biratiyeke sexte. Biratiyeke rast, bi maf û edaletê dibe. Heke ziman nas bike, her kes bi zimanê xwe perwerde bibe, yên din weke gel bibîne, ji ber gelbûna wan hemû mafên wan nas bike, wê demê mirov dikare qala biratiyeke rast bike.”
'DIVÊ DEWLET GAVÊN PÊBAWER BIAVÊJE’
Farqînî, axaftina xwe wiha domand: “Heke paradîgmayeke nû bibe, hewceye ew paradîgma ya sedsal berê neyîne bîra mirov. Paradîgmaya nû divê li gorî şert û mercên vê pêvajoyê bin ku dewlet her ku diçe bibe xizmetarê gel, demokratîk bibe ku civak jî bikare demokratîk bibe. Heke qanûn li gorî vê rastiyê bên avakirin, heke di vê çarçoveyê de gav bên avêtin, wê demê dê rewşeke pêbawer ava bibe. Ji ber gavên jidil tên avêtin jî dê baweriya civakê xurt bibe. Anku divê dewlet gavên pêbawer biavêje ku gel ji pêvajoyê bawer bike. Kurdan ji bo pêvajoyê gav avêtin, êdî dora dewletê ye ku gavên pêbawer biavêje.”
Farqînî, daxuyand ku divê her kes bi zimanê dayikê biaxive û perwerder bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Divê malbat bêyî ku fikarekê bijîn bi zimanê dayikê biaxivin. Rewşenbîr, akademîsyen, hunermend, siyasetmedar û hemû Kurd divê xwedî li ziman, çand û nasnameya xwe derkevin. Ji ber ku ziman, nîşaneya sereke ya hebûna gelekî ye. Dayik û bavên Kurd, rewşenbîrên Kurd, kesên pêşengtiyê ji Kurdan re dikin, beriya her zimanekî divê bi zimanê xwe bizanin. Terikandina zimanê xwe û derbasbûna zimanekê din, pişaftin e, felaket e.”
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel