AMED - Karsazên li Amedê hatin gel hev têkildarî pêvajoyê daxuyanî dan û gotin: “Ji bo aştiyeke mayinde ya welat, em amade ne tişta dikeve ser milê xwe pêk bînin.”
Nûnerên odeyên bazirganiyê, borsayên bazirganiyê û karsazên li bakurê Kurdistanê ji bo piştevaniya bi pêvajoyê re li Amedê hatin gel hev û li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê daxuyanî dan. Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya beriya daxuyaniyê axivî.
Kaya, diyar kir ku hêviya wan ew e ku bi pêvajoyê re aboriya li herêmê pêş bikeve û herêm veguhere navendeke girîng a bazirganiyê. Kaya, destnîşan kir ku ew li rastî hinek daxuyaniyên ku gavên tên avêtin nekêr nîşan didin tên û got: “Hem ji bo piştevaniya xwe ya bi pêvajoyê re nîşan bidin hem jî li dijî daxuyaniyên neyînî ji bo êşên li herêmê hatine kişandin nîşan bidin em ê daxuyaniyê bidin.”
BIRYARÊN KONGREYÊ YÊN PKK’Ê
Piştre jî Serokê Borsaya Bazirganiyê ya Amedê Engîn Yeşîl metna hevpar xwend. Di metnê de wiha hate gotin: “PKK’ê ragihand ku wan di navbera 5-7’ê Gulana 2025’ê de kongreya xwe li dar xistiye û di 12’ê Gulana 2025’an de jî ragihand ku wan biryara çekberdanê û xwefesixkirinê dane. Qonaxa herî girîng a van hewldanên tên domandin, ev biryar bûn. Hêvîdarin ev ev biryarên dîrokî dê ji bo aştiya me ya civakî û welatê me bi xêr bin. Spasiya hemû kesên keda wan di vê biryarê de heye dikin ku dê bibe sedema bidawîbûna rûpeleke tije êş a zêdetirî 40 salan. Her wiha em spasiya hemû lîderên partiyên siyasî û hemû aktorên civakî yên parastvaniya aştiyê dikin.”
WEZÎFEYA HERÎ GIRÎNG PÊKANÎNA BIRATIYÊ YE
Bi domdarî hate gotin ku ew êşên hemû kesên zarokên xwe di şer de winda kirine parve dikin û cîbicîkirina aştiyê ya li her bihosta welat weke wezîfeya herî girîng dibînin. Hate diyarkirin ku şerê nêzî nîv sedsalê domiyayî ji hêla aborî, siyasî û civakî ve bedelên giran bi xwe re anîne, bûye sedema mirina zêdetirî 70 hezar kesan, bi deh hezaran birîndaran, koçberiya milyonan kesan û rê li ber texrîbatên mezin vekiriye.
‘HÊVIYEKE MEZIN HAT AFIRANDIN’
Di berdewamê de hat destnîşankirin ku bidawîbûna şer û bi hatina aştiyê re dê zemîna îstîqrara aboriyê û mezinbûna wê amade bike. Hat gotin ku xwedîderketina partiyên siyasî û îktîdarê hêviya wan mezin kiriye. Bi domdarî helwesta hin kesên ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî û hwd. li dijî pêvajoyê disekinin jî hate rexnekirin. Daxuyanî wiha domiya: “Em îstîsmarkirina êşên malbatên mexdûr bûne, sorkirina gel a li dijî hev ji bo yekitiya civakî xetere dibînin. Em qebûl nakin ku fikrên cuda weke zemîna dijbertiya aştiyê bên amadekirin.
EM AMADE NE BERPIRSYARTIYÊ LI XWE BIGIRIN
Di vê çarçoveyê de, em dixwazin ku her kesên xwedî berpirsyar ziman û uslûbekê li gorî ruhê pêvajoyê bi kar bînin. Êdî tehemûla me nemaye ku canê tu welatiyên me biêşin. Weke nûnerên cemîeya kar a herêmê, em radigînin ku piştgiriyê didin pêvajoyê û ji bo avakirina aştiyeke mayinde çi bikeve ser milê me em amade ne pêk bînin.”
SAZIYÊN METN ÎMZE KIRIN
Saziyên metn îmze kirin ev in: “Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Agiriyê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Êlihê, Borsaya Bazirganiyê ya Êlihê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Bêrecûkê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê, Borsaya Bazirganiyê ya Amedê, Borsaya Bazirganiyê ya Xarpêtê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Erdîşê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Erzînganê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Colemêrgê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Qersê, Borsaya Bazirganiyê ya Qoserê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Meletiyê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Mûşê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Nisêbînê, Borsaya Bazirganiyê ya Nisêbînê, Borsaya Bazirganiyê ya Belkîsê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Oltiyê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê, Borsaya Bazirganiyê ya Rihayê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Şirnexê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Tetwanê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Dêrsimê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê, Borsaya Bazirganiyê ya Wanê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Geverê, Odeya Esnaf û Zinaetkaran a Amedê, Herêma Pîşesaziya Organîze ya Amedê, Odeya Muhasebevanên Serbest û Mişawirên Darayî ya Amedê, Odeya Dermanxaneyan a Amedê, Odeya Zîraetê ya Bajarê Nû ya Amedê, DÎSÎAD, GUNGÎAD, OSGÎAD, DOSÎAD, GINTÎAD, Komeleya Madenvan û Mermervanan a Amedê, DOGUNKAD, DÎMDER, DKomeleya Karsazên Ciwan a Amedê, DOTED, Meclisa Karsazên Jin a DTSO’yê, TOBB AMED KAGÎK, TOBB AMED GGK, Komeleya Hilberînerên Dar û Daristanan a Rojhilat û Başûrrojhilat, DOGUNSÎFED, DOGUSÎFED, VAN GÎAD, Konseya Kar a Amedê, Lijneya Îstîşareyê ya Bilind a DTSO’yê, Odeya Muhasebevanên Serbest û Mişawirên Darayî ya Wanê û Odeya Zîraatê ya Tuşba ya Wanê.”
‘DIVÊ HER DU ALÎ GAVAN BIAVÊJIN’
Mehmet Kaya piştî daxuyaniyê pirsên rojnamegeran bersivand. Kaya, got ku ew zimanê muxalefet û îktîdarê erênî dibînin û got: “Di pêvajoya şer a 40 salî de divê du tişt bên kirin. Divê her du alî jî tavilê gavên pêbawer biavêjin. Ji bo pêvajo zû pêş bikeve em banga avêtina gavan dikin. Hem rêxistinê hem jî dewletê ragihand ku ji bo bidawîkirina vê pêvajoya şer tu şert nehatine danîn. Lê gavên divê bên avêtin hene. Ev ne şert in, ev gavên pêwîst in. Divê hikûmet demek beriya demekî van gavan biavêje. Divê xebata ku civaka sivîl jî bi pêvajoyê re nîşan dide bên destpêkirin.”