WAN - Li navçeya Erdîşê ya Wanê Komeleya Dayikên Aştiyê hate vekirin.
Li navçeya Erdîşê ya Wanê Komeleya Dayikên Aştiyê hate vekirin. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li çalakiya vekirina komeleyê bûn. Di dema vekirina komeleyê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Berdevka Dayikên Aştiyê ya Erdîşê Muzeyyen Butun, got: “Bila komeleya me bibe wesîleya aştî û biratiyê. Em Dayikên Aştiyê êdî aştiyeke birûmet dixwazin. Em radigihînin ku piştgiriyê didin pêvajoya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin.”
Piştî axaftinan jî qurdeleya vekirinê ya komeleyê ji hêla dayikan ve hate birîn. Piştî vekirina komeleyê, beşdaran li ber stranan govend gerandin.