AMED - Jinên beşdarî Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bûn bal kişandin ser yekitiya neteweyî. Gultan Kişanakê, bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got: “Yekitiya neteweyî, hêmaya sereke ya pêvajoya çareseriyê ye.”
1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û bi dirûşma “Em siyasetê demokratîk bikin, civaka demokratîk ava bikin” li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê tê lidarxistin, berdewam dike.
Beriya rûniştina duyemîn parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varliyê nameya parlamentera HDPê ya berê Semra Guzelê ku niha li Girtîgeha Kandirayê tê ragirtin xwend.
'ME J BO RÛMETA XWE LI BER XWE DA’
Di rûniştina ku parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneşê moderatoriya wê kir de ewilî siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak axivî. Gultan Kişanakê di destpêka axaftina xwe da qala berxwedana xwe ya di Zindana Amedê de kir û wiha got: “Heke tevgera jinan hatibe vê astê bandora berxwedana Zindana Amedê jî heye.” Gultan Kişanak ku pêvajoya salên 90î jî vegot, wiha domand: “Wê demê jî jinên Kurd hewl dan ku birînan bipêçin. Em tenê ne bi zextên dewletê re bi feraseta mêran re jî têkoşiyan û me rêyek vekir. Heke jin di siyasetê de tune nehatibûna hesibandin dibe ku îro dinya xweştir bûya. Kurd di Rojhilata Navîn û dinyayê de hatin asteke girîng. Divê em bikaribin di noqteyeke hevpar de bigihin hev. Heke aqlê jinan di nava vê de nebe teqez dê kêm be. Ji ber vê yeke divê em weke jinan têkoşîna xwe ya demokratîk û netewî bidin meşandin. Niha çavên dinyayê li ser me ye û dê gelek tiştan ji me hîn bibin. Çareseriya demokratîk dê bandorê li dinyayê bike. Statuya me ya li Rojava ji bo me hinceta têkoşînê ye. Divê em jin têkoşîna xwe bi hev re bimeşînin. Yekitiya neteweyî hêmaya sereke ya pêvajoya çareseriyê ye. Heke em yekitiya xwe ya neteweyî pêk bînin em ê di vê pêvajoyê de serbikevin. Birêz Ocalan tişta ku dikeve ser milê wî kir. Banga aştî û civaka demokratîk û yekitiya neteweyî kir. Divê em ji bo van pêk bînin têbikoşin.”
'HEKE EM FIRSENDÊ BI KAR NEYÎNIN DÊ BARÊ ME GIRAN BIBE’
Parlamentera Yekgurtiya Îslamî Nasîk Tewfîq axivî. Nasîk Tewfîqê diyar kir ku divê ji bo berdana çekan bingehek were avakirin û wiha got: “Divê partiyên din ên li Bakur rolê bigirin ser xwe. Heke em van derfetên li Rojhilata Navîn baş bi kar neyînin dê firsend ji destê me biçin û barê me girantir bibe.”
Parlamentera Partiya Goran a berê Munîre Osmanê jî qala têkoşîna xwe ya siyasî û pêvajoya parlamenteriya xwe kir. Munîre Osmanê xwest ku saleke din jî vê konferansê li dar bixin.
'JINÊN ÊZIDÎ DIXWAZIN DI VE PÊVAJOYÊ DE ROL BIGIRIN’
Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Riham Hecoyê jî qala rewşa civaka Êzidî ya li Şengalê kir û wiha got: “Em ser didin lê dest ji doza xwe bernadin. Di vê pêvajoya girîng de jinên Êzidî dikarin bi roleke girîng rabin. Lê niha li Şengalê ambargoyek heye. Jinên ku dixwazin werin Şengalê tên astengkirin. Îro pêvajoyeke çareseriyê hatiye destpêkirin lê ji her çar aliyan ve ambargoyek li ser Şengalê heye. Ev dibe sedem ku em nikarin di vê pêvajoyê de xebateke baş bikin û rola ku dikeve ser milê me, rola ku Rêber Abdullah Ocalan daye ser milê civaka Êzidî pêk bînin. Heta ku jineke Êzidî di destê DAIŞê de be û çarenûsa wan ne diyar be zehmet e ku em xebatan bidin meşandin. Ji ber vê yekê pêdiviya me heye ku em destê xwe bidin hev, hêviya me ji dewletan nîn e. Armanca me ew e ku em bikaribin têkoşîneke hevbeş di bin felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ de bînin ba hev û astengiyên heyî ji holê rakin. Hêza jinan heye lê yekdestiya wan nîne. Serkeftina Kurdistanê bi yekgirtina gelê Kurdistanê pêkan e. Yên ku bikarin aştî û demokrasiyê pêk bînin jinên Kurd in. Em bi ‘Jin Jiyan Azadiyê’ ber bi mafên xwe ve bimeşin.”
Rûniştin bi pirs û bersivan bi dawî bû.