ESKÎŞEHÎR – Zanyara siyasetê Yasemîn Ozgun balê kişand ser nîqaşên li ser pirsgirêka Kurd û got, "Bêyî ku di rêya demokratîkbûnê de gavan biavêjin, pêşketin gelekî ne pêkan e. Aştî û demokrasî ne tiştên ji hev cuda ne; ew tişt in ku dikarin bi hev re bimeşin."
Pispora siyasetê Yasemîn Ozgun, “Banga Azadî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştî û demokrasiye ve pêşbîn dikir nirxand û diyar kir ku divê ji bo demokrasiye divê hemû partiyên siyasî li Meclisê bi hawayekî beşdar bibin û gavên berfireh û samimî bê avêtin. Ozgun destnîşan kir ku, girtiyên nexwel bêyî sererastkirina hiqûqî divê bê berdan û ji bo pêşveçûna divê Meclis gav biavêje ji bo sererastkirnên hiqûqî, dê destûra bingehîn a demokratîk çareseriya pirsgirêkan hêsan bike. Yasemîn Ozgunê axaftina xwe wiha dewam kir: “Nîqaşên der barê destûra bingehîn a nû didome, divê di çerçoveya jiyana bi hevre û hemwelatiyeke wekhev ji bo Tirk û Kurd bê sererastkirin. Ji bo avakirina vê yeke jî divê lihevkirenek hevpar çêbe.”
‘GAVÊN PÊWÎST’
Yasemîn Ozgun bal kişand ser nexşeriya komisyona ku dê li Meclisê bê avakirin û diyar kir divê hinek gav demildest bê avêtin û wiha axivî: “Lewre aliyekî erka xwe bi cih anî. Aliyê dîtir jî hem gavên pêwîs neavêt û hem jî bi lez polîtikayên ne demokratik didomîne. Di aliyekî de tehliye dewam dike ji aliyê dîtir de jî kiryarên ne demokratîk didome. Divê dawî li vê yekê bê. Bi haweyeke zelal divê gavên demokratîk bê avêtin. Bê demokrasiyê û gavên demokratîk pêşveçûna pêvajoyê ne mumkin e. Aştî û demokrasi du tiştên ji hev cuda nîn in, divê bi hevre bê rêvebirin.”
Yasemîn Ozgun diyar kir ku, divê gava Meclisê ya ewil zagona pêşî li avêtina qeyûm vekirî ye betal bike û axaftina xwe wiha domand: “Gelek girtî hene tehliyeya wan hatiye taloqkirin. DivÊ demildest bên berdan û girtiyên ku cezayên wan xilas bûne û nihatine berdan, girtiyên nexweş jî bên berdan.”
Ozgun rave kir ku divê kiryarên li hember şaredarên hatine hilbijartin bi dawî be û wiha got: “Ji bo dawîlêanîna van kiryaran zêde hewce bi sereraskirinan nîne. Tenê hûn ê dawî li neheqiyekî bînin, tenê bila daxwaz û îrade hebe bes e.”
‘JI BO DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYÊ FIRSEND E’
Yaemîn Ozgun, balk kişand ser mekenîzmaya dê li Meclisê bê avakirin û diyar kir ku beşdariya partiyên muxalefetê ji bo aştiya civakî pir girîng e û wiha got: “Bêyî beşdariya muxalefetê sereraskirin an hevdîtinên ku bê kirin dê kêm bimîne. Divê ev yek jş bo demokratîkbûna Tirkiyeyê wek firsend bê dîtin û bi hawayekî berfireh ji bo aştiya civakî gav bê avêtin. Ev ne kareke hêsan e kareke demdirêj e. Em qala du gelên ku bi salan e kirine dişminê hevudin dikin. Ji bo qanibûna gel divê nûner gav biavêjin.”
‘DIVÊ ZEMÎNA EWLEH BÊ AVAKIRIN’
Yasemîn Ozgunê diyar kir ku ji bo aştiyê divê zemîna ewleh demildest bê avakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ya herê kêm divê hinek gavên bi niyeta baş, ji bo aramiya gel hinek gavên bi niyeta baş bê avêtin. Partiyên ku temsîliyeta we li Meclisê hene, divê beşdarî vê mijarê bibin.”
MA / Enes Beyaz