ŞIRNEX - Derket holê ku xebatkarê şaredariyê Cevher Ş. li Şirnexê ji ber sûcê tacîza zayendî ya li dijî zarokê hatiye girtin. Parêzerê bersûc bi îdiaya “kêmaqil e” parastin kir.
Derket holê ku xebatkarê Şaredariya Şirnexê Cevher Ş. ji ber tacîza zayendî ya li dijî zaroka 5 salî R.B.’yê hatiye girtin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; piştî zarokê bûyer ji malbata xwe re parve kirî, malbatê giliyê Cevher Ş. kir. Li ser vê yekê Cevher Ş. di çarçoveya lêpirsînê de hate binçavkirin û di 1’ê Nîsanê de jî hate girtin.
DÎMENAN ÎDIAYÊN FAÎL DEREWAND
2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Şirnexê, îdianameya bi sûcê “îstîsmara zayendî ya li dijî zaroka ji 12 saliyê biçûktir” qebûl kir. Di îdianameyê de balê dikişîne ser qeydên kamereyan û hate gotin ku Cevher Ş. piştî tacîza zayendî ji cihê bûyerê direve.
Cevher Ş. di parastina xwe de îdia kir ku ji zaroke re gotiye “here malê” û sûcdariya der heqê xwe de red kir. Lê belê qeydên kamerayan îdiayên faîl derewand. Hat destnîşankirin ku Cevher Ş. piştî bi zarokê re diaxive wê dişopîne. Di îdianameyê de ji bo îdiayên Cevher Ş. nirxandina “hewl dide xwe ji sûc xelas bike” hate kirin.
BI ÎDIAYA ‘KÊMAQIL E’ PARAST
Di danişîna ewil a dozê de bi sedema “gumana sûc a xurt, wesf û mehiyeta sûcê tê behsê xeberê, rewşa delîlan a heyî, mixdara cezayê sûc ê di qanûnê de” biryara domandina rewşa girtî hate dayin.
Di 30’ê Gulanê de jî 2’yemîn danişîna dozê hat lidarxistin. Parêzerê bersûc, hewl da bersûcî bi îdiaya “kêmaqil e” biparêze. Xwest ku bersûcî ji ATK’ê re bişînin.
Şandeya dadgehê daxwaza şandina bersûc a ji ATK’ê re qebûl kir û danişîna dozê taloqî 11’ê Tîrmehê kir.
MA / Zeynep Durgut