NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên ku di lêpirsîna ÎBB'ê de hatibûn binçavkirin, bi yek rêzî li otobusan hatin siwarkirin. Ev dîmen, binçavkirina siyasetmedarên Kurd ên di dema 'operasyona KCK'ê ya sala 2009'an tîne bîra mirov.
Di çarçoveya operasyona dawî ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) de, kesên ku di nav de şaredar jî hene hatin binçavkirin piştî karên li emniyetê anîn edliyeyê. Di dema veguhastina binçavkiriyan a li edliyeyê de kêliyên balkêş hatin jiyîn. Kesên hatin binçavkirin ji cihên kamera lê bi cih bûne, birin otobusan. Li hin cihan ji bo destûr ji kişandina kamerayan re bê dayîn, hatin sekinandin.
Ev dîmên pêkanînên li hemberî siyasetmedarên Kurd ên di sala 2009'an de di bin navê 'KCK'ê de hatin binçavkirin tîne bîra mirov.
CHP'Ê BERTEK NÎŞAN DA
Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Bûrhanettîn Bûlût di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medya farazî de nerazîbûn nîşanî dîmenan da û got, "Di dîroka Komarê de ti carî qanûneke ewçend vekirî ya dijminane nehatiye bikaranîn. Yên ku xizmetê ji van dîmenên kirêt re dikin ku şaredarên bi dengên gel hatine hilbijartin û burokratên ku xizmetê ji welatê xwe re dikin hedef, weke sûcdarên şer nîşan didin, serî li hiqûq, edalet û pêşdîtina bêgunehiyê ditewînin. Bila neyê jibîrkirin: Qanûn wê rojekê pêwîstiya her kesî bi hiqûqê hebe."