NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kolombiyayê, siyasetmedarê rastgir Mîgûel Ûrîbe Tûrbay ku di hilbijartinên giştî yên sala pêş de namzeta serokkomariyê ye, di êrîşa çekdarî de bi giranî birîndar bû.
Di hilbijartinên giştî yên ku wê di sala 2026 'an de li Kolombiyayê werin kirin de, namzetê serokkomariyê yê partiya rastgir a Partiya Navenda Demokratîk Senator Mîgûel Ûrîbe Tûrbay bi êrîşeke çekdarî bi giranî birîndar bû. Ûrîbe ya 39 salî bi sê guleyên ku li bedena wî ketin bi giranî birîndar bû. Çavkaniyên tenduristiyê ragihandin ku rewşa wî giran e.
Êrîş dema ku Uribe xîtabî girseyê dikir pêk hat. Di dîmenên ku di medyaya civakî de hatin parvekirin de li qada mitîngê piştî gulebaranê panîk hatiye dîtin û Ûrîbe li erdê ketiye. Piştre siyasetmedar ji aliyê parazvanên xwe ve bi lez û bez ji cihê bûyerê hat dûrxistin.
ÊRÎŞKAR HAT BINÇAVKIRIN
Şaredarê Bogotayê Carlos Galán ragihand ku êrîşkar ê 15 salî ye û hatiye binçavkirin. Di bûyerê de 2 kesên din jî birîndar bûn. Dozgeriyê diyar kir ku hemû aliyên bûyerê tên lêkolînkirin û li pişt êrîşê têkîliyên siyasî an jî rêxistinî hene an na lêkolîn dike.
MIGUEL URIBE KÎ YE?
Miguel Uribe yek ji malbatên siyasî yên navdar ên Kolombiyayê ye. Bapîrê wî Jûlîo César Tûrbay, di salên 1978-1982'an de serokdewletî kir. Dayika wî rojnamevan Diyana Turbay di sala 1991'an de ji aliyê Medellîn Cartel ve hat revandin û di dema operasyona rizgarkirinê de jiyana xwe ji dest da. Ûrîbe weke yek ji mûxalîfên herî tund ên serokkomarê heyî yê çep Gustavo Petro tê naskirin. Uribe ji sala 2022'an û vir ve wek senator dixebite. Berê ji bo şaredarê Bogotayê bû namzet lê nehatibû hilbijartin.