ENQERE - Koma Tirkiyeyê ya Tora Navbeynkarên Jin a Akdenîzê li Meclisê bi DEM Partiyê re hevdîtin kir.
Koma Tirkiyeyê ya Tora Navbeynkarên Jin a Akdenîzê, li Meclisê bi Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re hevdîtin kir. Komê, bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan re jî hevdîtin kir. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû û Amira Îdareyê ya Meclisê Saliha Aydenîz jî tev li civînê bûn. Di hevdîtinê de rola jinan a di çareseriya bi rêya navbeynkariyê û xebatên ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd hatin nîqaşkirin.
Di Koma Tirkiyeyê ya Tora Navbeynkarên Jin a Akdenîzê de Kezban Hatemî, Zeynep Alkiş, Esra Çuhadar, Esra Elmas, Sevtap Yokuş, Fatma Bostan Unsal, Zeynep Andiç û Ayla Akat Ata cih girtin.