DÊRSIM - Welatiyên Dêrsimê diyar kirin ku ji bo pêvajoya ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin bimeşe divê operasyonên leşkerî rawestin û li meclisê komîsyon bê avakirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' kir û bangê sê û nîv meh li pişt xwe hişt. Di nava vê demê de PKK'ê di 5-7'ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12'emîn lidarxist. 12'ê Gulanê biryarên kongreya xwe eşkere kir û bidawîkirina çalakiyên xwe îlan kir. Hikûmet û dewletê heta niha der barê pêvajoya berdewam dike de tu gavên şênber neavêtine. Ji bo pêvajo bi ser bikeve daxwaza li meclisê avakirina komîsyonê hat ziman lê hêj komîsyon nehatiye avakirin û Pakêta Darazê ku ket meriyetê tiştên civak li bendê bûn bi cih nehat û pakêt bû sedema bertekan.
Welatiyên Dêrsimê xwestin operasyonên leşkerî yên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê demildest bê rawestandin û girtiyên nexweş serbest bên berdan.
'BILA EWIL NÛQTEYÊN KONTROLÊ RAKIN'
Welatiyê bi navê Haydar Gungor got ku bila meclis ji bo çareseriyê bêhtir rol bigire ser xwe û wiha got: "Li her quncikeke Dêrsimê nuqteyên kontrolê hene. Em di bin siya çekan de dijîn. Di vê de aştî li ku derê ye? Bila ewilî nûqteyên kontrolê rakin. Piştre behsa aştiyê bikin. Heta ku ev ferman neguhere wê aştî pêk neyê. Divê hawirên ji bo axaftina azad bên afirandin. Divê ew siyasetmedarên ku belasebeb li hundir tên ragirtin bên berdan û dawî li polîtîkayên qeyûm bên anîn."
GAVÊN ŞÊNBER DIVÊ
Bedriye Sevîm anî ziman ku ji bo jiyana bi hev re mirov aştiyê dixwazin got, "Divê ciwanên me nemirin û êdî kes neêşe. Em dixwazin bazara kar û aboriyê baştir bibe. Lê belê, ji bo aştî hebe bawerî lazim e. Nabe ku yek alî be. Divê ciwan nemirin; divê dayik negirîn. Divê êdî kes êşê nekişîne."
Alî Arslan diyar kir ku piştî banga Abdullah Ocalan ji bo çaresiriyê hêvî zêdetir bûye û divê êdî dewlet jî gavan bavêje û wiha axivî: "Divê li parlamentoyê komîte werin avakirin û girtiyên nexweş serbest bên berdan. Lê belê di vê çarçoveyê de baweriya gel bi dewletê nemaye. Ji ber ku dewlet samîmî xuya nake. Di Destûra Bingehîn a nû de em dixwazin ziman û nasnameya Kurdî teqez bê mîsogerkirin. Em ji pêvajoyê kêfxweş in, lê em dixwazin pêngavên pratîk ên li dû vê pêvajoyê jî bibînin. Bahçelî dibêje, 'Em bira ne'. Erdogan jî heman tiştî dibêje, lê divê di pratîkê de gavên şênber werin avêtin."
Cemîl Bagaç diyar kir ku ji dema banga Abdullah Ocalan û vir ve gavên berçav ên dewletê neavêtine bûye sedema fikaran û wiha got: "PKK'ê ji bo çek danînê gavên pêwîst avêtine. Di vir de berpirsyarî dikeve ser milê dewletê, lê nakeve nava tevgerê. Divê dewlet bê şert û merc girtiyên nexweş û girtiyên nexweş bi cezayên dereng mayî demildest serbest berde. Ez helwesta dewletê bi gumanbariyê dibînim. Pêwîst e meseleyê bînin Parlementoyê û li wir çareser bikin."
Kaya Solmaz da xuyakirin ku divê aştî di dema herî nêz de pêk were û got, "Eger bi rastî jî samîmî bûna, wê siyasetmedaran serbest berdin. Ji ber ku hê tu gav nehatine avêtin, me nerehet dike. Em dixwazin bibin xwedî maf û hiqûq. Ez 70 salî me. Em vê yekê ji neviyên xwe re dixwazin. Me li vê erdnîgariyê berdêl dan."
25 sal berê gundê Bulent Yuksel hat valakirin û têkildarî pêvajoyê ev tişt anî ziman: "Beriya ku gundên me vala bibin rewşa me pir baş bû. Lê niha hewcedariya me bi nanekî heye. Dema ku me xaniyek ji bo kirêkirinê nedît, dawiyê me axurek paqij kir û em li wir man. 7-8 salan em nikarîbûn biçin gundê xwe. Lewma şensê Tirkiyeyê nîne ku ji bilî çareseriya li nava Tirkiyeyê vê pirsgirêkê çareser bike. Îngilîz û Fransî çima werin me îstîsmar bikin û çekan bifiroşin me? Şer hem mirinê tîne hem jî mirovan hejar dike. Tenê bi kêrî çend kesên ku çekan difiroşin tê. Dixwazim bi rengekî azad û rehet li kolanên xwe bimeşim."
'DIVÊ OPERASYON RAWESTIN'
Resûl Yildiz diyar kir ku agirbest divê dualî be û got, "Divê tavilê operasyon bên rawestandin. Beriya ku parlamento bikeve betlaneyê divê komîsyonek were avakirin û girtiyên nexweş û her wiha girtiyên zarok û jin werin berdan. Em axaftinên li ser aştiyê girîng dibînin, lê belê ji bo ev yek pêk were divê gavên şênber werin avêtin. Ya ku Bahçelî ji dewletê re got erênî bû. Lê belê divê ji bo vê yekê gav bên avêtin. Eger îro dema şer an jî bomberdûman dewam dike em dibêjin 'aştî heye', hingî ev ne aştî ye. Pêşî divê agirbest çêbibe, piştre ji bo serbestberdana girtiyên nexweş divê li meclisê qanûnek were derxistin. Di vê çarçoveyê de li derveyî axaftinê tiştekî pratîkî nîne."
Cihan Hoşoglu jî wiha axivî: "Divê biryarên Dadgeha Makeqanûnê bi cih werin anîn û Selahattîn Demîrtaş û hevalên wî serbest bên berdan. Ev jî pêkanîna biryarên DMME'yê dixwaze. Abdullah Ocalan ji bo rêveçûna pêvajoyê nexşerêyek pêşkêş kir. Li ser vê bingehê em dikarin hemû bi hev re bi pêş ve biçin û rêyekê biafirînin . Ji bo vê jî divê dewlet gavan bavêje û hawireke bêpevçûn misoger bike. Di heman demê de lazim e li welêt qada demokratîk bê vekirin. Êdî dema gav avêtinê ji bo dewletê ye."
MA / Şîlan Şîrvan Çîl