AMED - Serokê Komeleya Muxtarên Farqînê Mûrat Ateş, di encama êrişa bi çek de jiyana xwe ji dest da.
Serokê Komeleya Muxtarên Farqînê Mûrat Ateş, li taxa Selahattîn Qada Çarşiya Jêr a li navçeya Farqîna a Amedê de, duh êvarê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve rastî êrişa bi çek hat. Ateş ê ku bi giranî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Zanîngeh Dîcleyê û rexmê midexileyan jiyana xwe ji dest da.
Lêgerîna polîsan ji bo destgîrkirina bersûc didome.