STENBOL - Nivîskar Umît Aktaş bal kişand ser şerê Îsraîl-Îranê û got: “Wekî Abdullah Ocalan jî di banga xwe de aniye ziman, pêdivî bi herêmêke demokratîk û serbixwe heye.”
Nivîskarê lêkolîner Umît Aktaş têkildarî şerê di navbera Îsraîl û Îranê de axivî û got ku ev şer, parçeyeke plana tehekûma DYA û Îsraîlê ya li ser Rojhilata Navîn e. Aktaş, diyar kir ku şerê Îsraîl û Îranê dikare bi êrişa Hamasê ya 7’ê Cotmehê re bê pênasekirin lê şer û pevçûn beriya wê jî hebûn. Aktaş, destnîşan kir ku Filistîn her tim di bin êrişên Îsraîlê de bû, Îranê jî bi tifaqa bi Hîzbullaha Sûriye û Îranê re li herêmê bicih bûye û got: “Van geşedanan jî şer ji pevçûnên Îsraîl-Filistînê derxist û veguherand şerê Îran û Îsraîlê.”
'JI BO BIDAWÎBÛNA ŞER PÊDIVÎ BI AŞTIYÊ HEYE’
Aktaş, destnîşan kir ku Îranê bi hêzên nêzî xwe li dijî Îsraîlê şer dikir û wiha domand: “Bi êrişên hewayî yên Îsraîlê û bi bersiva Îranê ya bi fuzeyan herêm dîsa veguherand qada şer. Dibe ku şerê germ bê bisînorkirin lê ev nayê wateya bidawîbûna pirsgirêkê. Ji bo çareseriya pirsgirêkê divê aştiyeke mayinde hebe.”
'DIVÊ TEMÎNATÊ BIDIN GELAN’
Aktaş, diyar kir ku krîza pergalê ya heyî bi rêya şeran çareser nabe û got: “Krîz, mîna li Yekitiya Ewropayê, bi avadaniyeke yekbûyî ya xweser û konfederal ku gel tê de xweser û serbixwe û xwedî statû dijîn dikare bê çareserkirin. Statuya gelên li herêmê pir nediyar e. Ji bo ji vê nediyariyê rizgar bibin, divê pênaseyeke berfirehtir bê kirin û girêdayî wê pênaseyê jî mafên wan ên xweser û demokratîk bên dayin û divê statu û temînata vê bidin gelan. Ji gelê Filistînê heta gelê Îsraîlê, Kurd, Suryan, Ermen, Êzidî û hemû gelên din jî di vê temînatê de cih bigirin. Pêdivî bi pergaleke ku hemû gel azadiya xwe ya siyasî bi dest dixin û mafên wan hatine misogerkirin heye. Ji bo ev hewldan pêk were jî hewceye mudaxileya DYA, Îran û hêzên din ji holê bê rakirin.”
'PÊDIVÎ BI NEXŞEYEKE NÛ YA HERÊMÊ HEYE’
Aktaş, got ku divê nexşeya Rojhilata Navîn a piştî Peymana Sykes-Picotê derketî holê biguhere û ev tişt anî ziman: “Divê ev nexşeye bi awayekî were çareserkirin. Krîza Filistîn-Îsraîlê ku piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê derket holê, herêm bêîstîqrar kir û dike. Lewma divê avadaniyeke ku krîzê çareser dike û her du gelan memnun dike derkeve holê. Her wiha divê statukoyeke ku gelê Kurd ê dabeşî çar parçeyan kiriye rehet dike û rê li ber azadiya wan a siyasî vedike hebe. Wekî di banga Abdullah Ocalan de jî hatiye gotin, pêdivî bi feraseteke herêmê ya nû heye ku bi rewşa demokratîk û azadiyeke serbixwe pênase dike. Divê nexşeyeke herêmê ya demokratîk, sînor zêde ne hişk, mafên olî û siyasî hatine naskirin û yekitiya herêmê derketî holê heye.”
'HEWCEYE TAVILÊ DEV JI ŞER BERDIN’
Aktaş, axaftina xwe wiha qedand: “Divê welatên li herêmê tavilê dev ji feraseta şer berdin. Şer, tu aloziyan çareser nakin. Dikin ku her tim mudaxileyeke derve were kirin û rê li ber bêîstîqrariyê vedike. Ji bo vê jî divê şerê çekdarî bidin aliyekî, rêyên muzakere û aştiyê bi kar bînin, herêmê ji nû ve parve bikin, derfetên pêkvejiyanê biafirînin û pirsgirêkên xwe bi nîqaşên însanî çareser bikin. Ji bo vê jî divê aktorên li herêmê derkevin pêş. Weke mînak aktorên wekî Erdogan, Bahçelî û Ocalan ku di pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê de derketine pêş û rêxistinên civaka sivîl ên li Îsraîl û Filistînê derkevin pêş û înîsiyatîfê li xwe bigirin. Bi vî awayî dikarin pêşiya mudaxileyên derve bigirin. Heta ku mudaxileyên derve hebin dê ev şer neqedin û aştî pêk neyê.”
MA / Esra Solîn Dal