ENQERE - Serokên 16 baroyên bakurê Kurdistanê di roja duyemîn a hevdîtinên li Meclisê de çûn serdana Partiya Îyiyê.
Serokên 16 baroyên bakurê Kurdistanê têkildarî çareseriya demokratîk a Kurd, li Meclisê bi partiyên siyasî re hevdîtinan dikin. Serokên baroyan, di roja duyemîn a hevdîtinan de bi şandeya Partiya Îyiyê re hatin gel hev. Hevdîtin, ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin.
Tê payin ku serokên baroyan di nava rojê de bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş û Partiya Yenî Yolê re hevdîtinê bikin.