WAN - Zêdetirî 35 sal in navçeya Elbakê ya Wanê hêştir tên xwedîkirin. Ji kesên hêştiran xwedî dike Cem Aybar diyar kir ku avhewaya sar û hişk ji bo xwedîkirina hêştiran baş e û hêştirên bipûrt dikarin di her avhewayê de bijîn.
Yek ji herêmên herî bilind ên Kurdistanê jî navçeya Elbak a Wanê ye. Tevî hewayê Elbakê yê sar û zehmet jî zêdetirî 35 sal in li vir hêştir tên xwedîkirin. Hêştir, li gundên Elbakê Dêr û Qereçiya tên xwedîkirin. Hêştir bi rêbazên kevneşop tê kirin û xwediyên wan zêde didin zehmetê. Cem Aybar ku li ser mereqa xwe dest bi xwedîkirina hêştiran kir, dibêje ku hewayê sar û dijwar ê Elbakê ji bo pêşketina hêştirên qebê pir baş e û hêştirên bipûrt dikarin di her avhewayê de bijîn.
JI BAVÊ WÎ JÊ RE MA
Cem Aybar, da zanîn ku bavê wî di salên 1989-90’an de diçe Mêrsînê û li wir hêştiran mereq dike û got: “Bavê min li ser mereqê dest pê kiriye û piştre jî me ev mîrateye dewr girt. Ji wê rojê ve ye didomînin. Li vê herêmê niha tenê du kes karê xwedîkirina hêştiran dike.”
‘DIVÊ MIROV MÎNA ZAROKAN LÊ BINIHÊRE’
Aybar, têkildarî sexbêr û xwedîkirina hêştiran agahî parve kir û diyar kir ku divê her 3 mehan carekê bên derzîkirin û kontrolên wan bên kirin. Aybar, destnîşan kir ku hestên hêştiran mîna yên mirovan e û lewma jî ji sexbêr û hezkirinê hez dikin. Aybar, got: “Di zivistanê de em piranî nefelê didin wan. Dema mîdeyê wan mezin bû jî em ceh didin. Ber bi biharê ve jî em gihayê hişk didin wan. Êdî em bûne evîndarên wan. Hema hema hestên wan mîna yên mirovan e, ne qenciyê ne jî xerabiyê ji bîr nakin. Hestên wan hene, divê mirov mîna zarokan sexbêra wan bike. Mesela, heke rojê 10-20 caran neyêm cem wan, nahêlin ez nêzî wan bibim.”