ESKÎŞEHÎR - Akademisyenê Aştiyê Muzaffer Kaya li ser komîsyona ku li meclisê hat avakirin got: "Pêdivî ye ku pêvajo were pêşxistin. Divê hemû hêz seferberiyeke demokratîk a hevbeş bidin destpêkirin."
Pêvajoya ku bi "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de dest pê kir, bi xebatên "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ya ku li meclisê hat avakirin berdewam dike.
Akademisyenê Aştiyê Muzaffer Kaya der barê xebatên komîsyonê û pêvajoya aştiyê de nirxandin kir.
Kaya diyar kir ku ew kêfxweş e ku komîsyon ji bo hemû aliyan vekirî ye û got ku pêşniyaza CHP'ê ya dayîna biryaran bi piraniya bijarteyan ew e ku wê ji yên din cuda dike. Kaya bi bîr xist ku di daxuyaniya aştiyê de ku wan nêzîkî neh sal berê îmze kir, wan daxwaza xwe ya ji bo bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan li bajarên kurdan û vegera ser maseya aştiyê aniye ziman û got: "Niha, piştî salan, yên ku dewletê bi rê ve dibin gihîştine wê xalê ku me wê demê qala wê kir. Ji ber ku maseyeke aştiyê ji nû ve hatiye sazkirin, divê ev yek xwe di akademîsyenên aştiyê de jî bide der. Divê şertên vegera akademîsyenan ji bo zanîngehan werin bicîhanîn."
Kaya diyar kir ku piştî ku PKK çek danî, divê rê li ber endamên wê werin vekirin da ku ew bikaribin beşdarî têkoşîna demokratîk bibin û rêziknameyên demokratîk ên pêwîst werin bicîhanîn. Kaya got: "Divê girtiyên siyasî werin berdan. Di vê çarçoveyê de, girtiyên siyasî yên kurd û her wiha yên ku di xwepêşandanên Parka Geziyê de hatine girtin jî werin berdan. Divê Tirkiye hem ji bo pirsgirêka kurd çareseriyekê peyda bike û hem jî zextên li ser kesên ku li rojavayê ji bo demokrasiyê têdikoşin rake. Ev gav ji bo demokratîkbûna welêt girîng in."
Kaya bi bîr xist ku şiyanên komîsyonê bi sînor in û got ku divê hêzên demokratîk wekî temaşevanan nemînin. Kaya destnîşan kir ku baweriya gel bi AKP'ê kêm e û pêvajo jî xetereyan dihewîne. Kaya destnîşan kir ku heke derdora demokratîk pasîf bimîne ev xetere dê zêde bibin û got: "Pir girîng e ku CHP, TÎP û EMEP jî endaman beşdar bikin. Divê pêvajo were pêş xistin. Divê hemû hêz seferberiyeke demokratîk a hevbeş bidin destpêkirin."
Kaya destnîşan kir ku ji aliyê kurdan ve muxatabê daxuyaniyên PKK'ê Abdullah Ocalan e û got ku tu xetere tune ye ku siyastemedar û rojnamevan bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Kaya bilêv kir ku hevdîtinên ku bi Abdullah Ocalan re bên kirin dê pêvajoyê bilezîne.
MA / Enes Beyaz