NAVENDA NÛÇEYAN - Civîna li Alaskayê ya Serokê DYA'yê Donald Trump û Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Putin, bêyî li ser agirbestê lihevkirinek çêbibe, bi dawî bû.
Serokê DYA'yê Donald Trump û Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Putin, piştî 7 salan cara ewil rû bi rû hevdîtin kirin. Civîna li Alaskayê ya her du serokan 3 saetan dewam kir. Rojeva civînê şerê Rûsya-Ûkraynayê û têkiliyên aborî yên di navbera her du welatan de bû. Piştî civînê her du serok jî derketin pêşberî kamerayan û gotin ku hevdîtin baş derbas bûye û di warê erênî de pêşketin çêbûne, lê belê behsa liehvkirinê nekirin.
Putin got: "Ez tevlî nêrîna Trump a ji bo ewlehiya Ûkraynayê dibim û helbet em ji bo vê amade ne. Hêvîdar im dê lihevkirina me bibe alîkar ji bo xwegihandina vê armancê û li Ûkraynayê rê li ber aştiyê veke. Hevdîtina me ya bi Serokê DYA'yê Trump re baş derbas bû. Rewşa li Ûkraynayê mijareke sereke bû. Em dibinin ku rêveberiya DYA'yê û Trump ji bo çareserkirina aloziya li Ûkraynayê hewl didin."
Trump jî ji bo hevdîtinê ev tişt gotin: "Lihevkirinek çênebû. Di hevdîtinê de pêşketineke mezin hebû. Me di gelek waran d eli hev kir, lê di warê çend mijarên girîng de me hê li hev nekiriye." Trump bilêv kir ku hê jî şensekî wan ê ji bo bidawîkirina şer heye û got: "Ez ê gaveke din telefonî NATO'yê bikim. Ez ê li çend kesan bigerim û helbet ez ê teleofnî Zelenski bikim û jê re behsa civîna me ya îro bikim. Axirê biryar a wan e. Mecbûr in guh li hin fikirên MArco, Steve û kesên ji rêveberiya Trump hatine vir bikin."