MÛŞ - Alan Yalçin ku ji zarokatiya xwe ve kevneşopiya dengbêjiyê didomîne, ji bo dengbêjî bi sazûman bibe, xwest şaredarî mala dengbêjan veke.
Kevneşopiya muzîka devkî dengbêjî, li Kurdistanê hê jî dîrok, çand û jiyana civakî ya Kurdistanê vedibêje. Serhat ku warê dengên wekî Şakiro, Gazin, Huseyno, Reso (Reso Mam) û Memo (Memê Alan) ye ku bi taybetî wekî mirê dengbejan û şahê dengbejan tên zanîn, yek ji wan herêman e ku çanda dengbejiyê lê zindî ye.
Alan Yalçin ê bîst û şeş salî yek ji wan kesan e ku kevneşopiya ku mîras girtiye didomîne. Yalçin ku li bajarokê Qizilxaç ê Mûşê dijî, ji zarokatiya xwe ve vê çanda ku ji hêla xelkê herêmê ve nas e, dimeşîne. Yalçin diyar kir ku ji zarokatiyê ve ew kilaman dibêje, bandor ji dengbêjên wekî Reso, Huseyino û Şakiro girtiye û got,: "Bertekên li dora min bi gelemperî erênî ne. Yên ku guhdarî dikin kêfxweş in. Ez dixwazim ev berdewam bike. Ez bi gelemperî li dawetan an jî li cihên ku heval û hogir lê dicivin kilaman dibêjim. Ez ji vê yekê pere qezenc nakim. Ez bi giranî ji bo ku kevneşopiya dengbêjiyê winda nebe kilaman dibêjim."
Yalçin belavbûna dengbêjiyê li herêma Serhedê bi efsaneya "tê gotin ku xelkê Serhedê ava sar vedixwin" rave kir û got: "Dibe ku ji ber vê yekê li vir ewqas belav bûye. Dengbêjên birûmet ên wekî Dengbêj Huseyino û Şakiro yê nemir jî vir derketine. Berê, mirov dicivîn û kilam digotin. Bi gelemperî ew pirsgirêk û bûyerên di civakê de bi dengbêjiyê îfade dikirin. Evîn, kirinên qehremanî û şer pir caran bi vî rengî dihatin îfadekirin."
'BILA ŞAREDARÎ MALA DENGBÊJIYÊ VEKE'
Yalçin daxwaz kir ku Şaredariya Mûşê ji bo dengbêjiyê cîhek ava bike û got ku li Mûşê malên dengbêjiyê tune ne. Yalçin got: "Ez naxwazim kevneşopiya dengbêjiyê winda bibe. Ji bo vê armancê, em ji şaredariyê dixwazin ku cîhekî mîna mala dengbêjan veke û qursan li dar bixe. Bi vî rengî, hem çanda kurdî û hem jî ya dengbêjiyê dê bidome. Ciwan di demên dawî de berê xwe dane çanda populer û ji bo pêşîgirtina li vê yekê, em hewceyê sazûmankirinek wisa xurt in."