BEDLÎS - Şewata li Xîzanê bi mudaxileya welatiyan hate vemirandin.
Di navbera gundên Huzeran û Sûrehê yên navçeya Xîzanê ya Bedlîsê li nêzî qada daristanê şewat derket. Şewata li herêmê bi alîkariya xelkê li derdorê hate vemirandin. Komên agirkujiyê, li herêmê xebatên sarkirina qadê dan destpêkirin. Sedema derketina şewatê nehate zanîn û komên hatine herêmê lêkolînê dikin.