STENBOL - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Kamîle Kandal diyar kir ku ew ê bi hev re têkoşîna aştî û azadiya jinan bidomînin û bang li jinan kir ku di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de dakevin qadan.
Îsal, 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de tê pîrozkirin. Rêxistinên jinan ên ku bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê dixebitin, gelek çalakiyan li dar dixin û li ser rolên ku jin dikarin di pêvajoyên aştiyê de bilîzin nîqaş dikin. Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî amadekariyên mîtîngekê dike ku dê di 31'ê Tebaxê, saet di 15:00'an de li Qada Rihtimê ya Kadikoy a Stenbolê li dar bixe.
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Kamîle Kandalê girîngiya avakirina komîsyona meclisê li ser rêya hewldanên aştiyê destnîşan kir û got: "Bê guman, di rêya aştiyê de dê astengî çêbibin. Ev pirsgirêkeke sedsalî ye û çareserî ne hêsan e, lê destpêkirina vê rêyê pir girîng û biqîmet e. Ger ev saleke aştiyê be, ger me dest bi axaftina li ser aştiyê kiribe, divê em vê yekê di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê de bi dengekî pir bilind ragihînin û ji tevahiya cîhanê re bibêjin. Divê em vê yekê pir zelal ji civaka Tirkiyeyê, civaka herêmê, civakên cîhanê û gelên wê re rave bikin. 1'ê Îlonê ji bo gelê Tirkiyeyê û pêşerojê pir girîng e. Em di serdemeke dîrokî ya pir girîng de ne ji bo pêşeroja welêt û gelên wê."
'PÊVAJO PARÇEYEKE TÊKOŞÎNA JINÊ YE'
Kamile Kandalê diyar kir ku pêşwazîkirina 1'ê Îlonê di dema Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, pir watedar e û got ku ev pêvajo ne tenê bidawîanîna şer e, di heman demê pêvajoyeke veguherîn û avakirinê ye. Kamîke Kandalê diyar kir ku têkoşîna li dijî polîtîkayên serdestiya mêran jî beşek ji vê pêvajoyê ye û got: "Em, wekî jin, divê bikaribin girîngiya aştiyê ji jinan re rave bikin. Her çend desthilat jê re dibêje 'sala malbatê' jî, pergalek heye ku nikare jin û zarokan biparêze. Pergala serdestiya mêran dixwaze jinan di malan de bigire, mafên wan ji wan bistîne û wan bi rola dayiktiyê ve sînordar bike. Em li dijî vê yekê ne, em ji bo wê şer dikin; hawîrdoreke aştiyê, avhewayeke aştiyê, ji vê armancê re xizmet dike. Di şer de, çandeke tundûtûjiyê zêde dibe. Dema ku em hawîrdorek aştiyê, zimaneke aştiyê, çandeke aştiyê ava bikin, jin jî dê ji vê yekê bandor bibin."
'DIVÊ KOMÎSYON GUH BIDE JINAN'
Kamîle Kandalê îşaret bi pêwîstiya beşdarbûn û piştgiriya jinan di pêvajoyê de kir û got ku aştî dikare bi pêşengiya jinan were avakirin. Kamile Kandalê girîngiya rolên jinan di komîsyona meclisê de destnîşan kir û got: "Li vir divê têgihîştineke hevpar hebe. Ji bo komîsyonek ku ne tenê AKP û kurdan, an Tevgera Azadiya Kurd û AKP-MHP, lê hemû beşên civakê û partiyên muxalefetê di nav xwe de bigire, girîng bû. Divê di vê komîsyonê de dengê jinan û rêxistinên jinan were bihîstin. Ji çalakvanên ku ji bo jinan têdikoşin bigire heya rêxistinên jinan û femînîstan, divê hemû jin nîqaş bikin ku 'Welatek çawa, aştîyek çawa, civakeke çawa divê? Divê aştîyeke ku jin di navenda wê de ne çêbibe.'"
BANGAWAZÎ
Endama Meclisa Jinan a DEM Partiyê Ginca Yangozê jî diyar kir ku ew ê têkoşîna aştiyê bi awayekî rêxistinkirî pêşve bibin û ji kolanan venekişin û got ku ew ê di tevahiya pêvajoyê de ji bo rojevên bêhempa yên jinan têkoşîna xwe bidomînin. Gomca Yangozê diyar kir ku ew ê derî bi derî bigerin da ku bi jinan re hevdîtinê bikin û li ser pêvajoyê nîqaş bikin. Gonca Yangozê got: "Jin hîn jî li dadgehê bi bêcezatiyê re rû bi rû ne, hîn jî jin tên kuştin. Pêvajo dest pê kiriye, lê ev nayê wateya ku dê pirsgirêkên din werin paşguhkirin. Em ê têkoşînê bidomînin. Meclisa Jinan rêwîtiya xwe bi anîna hemû gelan li cem hev, guhdarîkirina wan û bilêvkirina nêrîna hevpar a hemû jinan û ramanên wan didomîne. Em hemû jinan, xwendekar, ciwan, karkerên navmalî, kesên LGBTQ+ û hemû jinên ku dixwazin li vî welatî bi azadî bijîn û gelên din vedixwînin qadên di 1'ê Îlonê."
MA / Yeşîm Tukel