Berdevka DEM Partiyê: Ocalan got ‘tiştên girîng ên ku ji komîsyonê re bibêjim hene’

ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, diyar kir ku Abdullah Ocalan ji Şandeya Îmraliyê re gotiye: “Tiştên girîng ên ku ji komîsyonê re bibêjim hene.” 

 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî rojevên duh di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) de hatine nîqaşkirin, li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da. Ayşegul Doganê anî ziman ku di civîna wan a MYK’ê de gelek mijar hatinê nirxandin. Ayşegul Doganê, di serî de bal kişand ser zextên ser partiyên muxalîf û got: “Mixabin, muxalefet her roj bi rewşeke nû re rû bi rû dimîne. Li Tirkiyeyê, operasyonên siyasî bi salan e mijara herî zêde tê axaftin. Em bi rewşeke derveyî hiqûqê re rû bi rû ne.”
 
Bi domdarî Ayşegul Doganê sepana qeyûm bi bîr xist û weke “derbeya li dijî vîna gel” nirxand. Ayşegul Doganê, got: “Me her tim got ku zîhniyeta qeyûman zîhniyeteke xirab e. Ev ne meseleya parastina CHP’ê ye, ev meseleya ewlehiya hiqûqî, parastina pergala hilbijartinê û siyaseta demokratîk e.”
 
‘KOMÎSYON DIVÊ QADA SIYASETÊ FIREH BIKE’  
 
Ayşegul Doganê di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku komîsyona li meclise hatiyê avakirin divê rê li ber demokratbûnê veke û ev tişt gotin: “Di vê pêvajoyê de hûn qeyûm li kongreyên partiyan jî tayîn bikin, ev yek pirsan çêdike; ‘Gelo ev gavên demokratîkbûnê bêwate ne?’ Divê ev pirs neyên pirsîn. Komîsyon divê rêyekê ji bo qada siyasî veke. Dadgeh bi salan e tenê wekî amûreke siyasî tê bikaranîn. Em hewl didin vê yekê biguherînin. Dadgeh divê hiqûqê biparêze. Lê di vê dema ku em li benda firehbûna qada siyasî ne, ev kiryarên qeyûman li dijî demokrasiyê ne. Komîsyon divê vê qada teng a siyasî fireh bike.”
 
‘BILA KOMÎSYON BI BIRÊZ OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKE’   
 
Di berdewamê de Ayşgul Doganê destnîşan kir ku divê komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Komîsyon divê bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Komîsyona li Meclisê divê cidî nêz bibe. Em weke DEM Partiyê girîngiya vê komîsyonê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê destnîşan dikin. Lê divê ev komîsyon bi muxatabên esasî, wekî birêz Ocalan, hevdîtinê bike. Birêz Ocalan dibêje, ‘Tiştên girîng hene ku ez ê ji komîsyonê re bibêjim’ û dixwaze rasterast bi wan re biaxive. Em careke din bang dikin, divê komîsyon zû rêyekê ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re veke. Ev hem hewce ye, hem jî wekî xwezaya çareseriya pevçûnan jî pêwîst e.”
 
OCALAN GOT ‘TIŞTÊN GIRÎNG ÊN JI KOMÎSYONÊ RE BIBÊJIM HENE’   
 
Ayşegul Doganê anî ziman ku Abdullah Ocalan ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re gotiye “Tiştên girîng ku ji komîsyonê re bibêjim hene” û wiha axivî: “Komîsyon, mecbûr e rêyeke hevdîtina bi birêz Ocalan re bibîne. Ev pêwîstiyeke. Divê wisa be. Anku heke hûn bi xwazin bi awayekî xwezayî pêş bikeve, divê hûn rê bidin rêberekî bi sala ye ji bo çareseriyê, aştiyê û zemîneke siyasî û hiqûqî tevdigere. Birêz Ocalan bi qasî giravekî dûr e lê li vir nîqaşên cuda tên kirin. Em vê rast nabînin û divê teqez bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin.” 
 
‘KURD JI BO TIRKIYEYÊ GEF NÎNIN’     
 
Ayşegul Doganê diyar kir ku ji bo Koma Aştî û Civaka Demokratîk a çekên xwe şewitandin bikarin daxilî siyaseta demokratîk bibe, hewceye gav bên avêtin û wiha pê dê çû: “Birêz Bahçelî salek berê got, ‘Bila Ocalan were Meclisê biaxive, bila mafê hêviyê jê re bê dayîn.’ Lê piştî salekê, çi pêş ket? Ev kelecanî divê di qirikê me de nemîne. Birêz Bahçelî, serokkomar, birêz Kurtulmuş, hûn ê çawa vê koma aştiyê têxin nav siyaseta demokratîk? Divê her kes bersiva vê pirsê bide. Gel dibêje ‘Ji şer re na. Ji qetlîaman re na. Ji ji înkarê re na!’ Ev daxwaza aştiyê ya civakê ye. Divê ev deng bê bihîstin. Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e. Divê ev bêdengî mayînde be. Divê Tirkiye ji bo aştiya mayinde gavan biavêje. 
 
ZIMANÊ KU DESTKEFTIYÊN KURDAN HEDEF DIGIRE DIVÊ BÊ TERIKANDIN  
 
Zimanê li dijî destkeftiyên Kurdan divê bê terikandin. Em dibînin ku YPG, PYD û HSD wekî gef tên nîşandan. Ev ziman tenê nakokî û bêbaweriyê çêdike. Divê ev ziman bê terikandin. Kurd, li ku dibin bila bibin, gef nînin. Lê ji bo yekitiya Tirkiyeyê firsend in. Tirkiye divê bi rêveberiya Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê re têkiliyên baş deyne û mafên wan biparêze. Ev ji bo ewlehiya Tirkiyeyê jî firsendek e.”
 
ŞANDEYA DEM PARTIYÊ DÊ BIÇE ÎMRALIYÊ   
 
Di dawiya axaftina xwe de jî Ayşegul Doganê da zanîn ku hefteya pêş dê şandeyeke ku Hevserokên Giştî û endamên MYK’ê jî tê de cih digirin biçe serdana Girava Îmraliyê û got: “Weke DEM Partiyê, em amadekariyê dikin ku şandeyeke hevserokên me yên giştî û endamên MYK’ê jî tê de cih digirin, hefteya pêş biçe serdana birêz Ocalan.”
 
 

Sernavên din

17:57 Nobeda li Bestayê dest pê kir
16:25 Li Girtîgeha Kirşehîrê serê her saetê bi ser qawîşan de tê girtin
16:13 Di Şandeya Îmraliyê de ji kîjan partiyan dê kî cih bigire?
16:07 Serokwezîrê Nepalê Sharma Oli îstîfa kir
14:55 13 sendîka û rêxistinan ji bo ‘mafê hêviyê’ bang kirin
13:50 EUTCC'ê ji bo ‘mafê hêviyê’ bang li Komîteya Wezîran kir
13:46 Li Şirnexê bang kirin: Aştiyê ji ewil li Cûdî, Gabar û Bestayê bidin destpêkirin
13:37 Bi hezaran sînemagerên navdar biryara boykotkirina saziyên Îsraîlê dan
13:24 Mehmet Durak piştî 30 salan hate berdan
13:20 Li Gabarê kesek mirî hate dîtin
12:08 Prof. Wallis: Ocalan ji bo tevgerên dij-kapîtalîst hêviyê dide
11:52 Şandeya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê
11:52 Ozel pirsa têkildarî hevdîtina bi Ocalan re bersivand: Komîsyon dikare nîqaş bike
11:37 Li Nepalê çalakiyên li dijî qedexe û nelirêtiyan didomin
11:25 Li Amedê ji bo alîgirên îktîdarê îhaleya taybet
11:07 Berdevka DEM Partiyê: Ocalan got ‘tiştên girîng ên ku ji komîsyonê re bibêjim hene’
10:51 Meclisa şaredariya qeyûm lê hatiye tayînkirin cara duyemîn civiya
10:43 Îsraîlê gefa êrişeke nû ya li dijî Xezeyê xwar
10:04 Li Gabarê birîna daran didome
10:00 Karkerên Mexmûrî yên ji bo kar çûn Bexdayê 15 roj in binçavkirî ne
09:15 Endamê RTUK'ê Îpekyuz: Divê RTUK weşaneke li ser esasê aştiyê teşwîq bike
09:14 Îdareya girtîgehê sal û nîvek e di pirtûkekê de li Ocalan digere
09:04 Di dema nîqaşên li ser aştiyê de li Mûşê girtîgeh tê çêkirin
09:04 Komîsyona Meclisê dê li rêxistinên pîşeyî û civaka sivîl guhdar bike
09:03 Turkmen ku 33 salan di girtîgehê de ma: Divê em li ser 'em ê çawa bi ser bikevin' bisekinin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2025'AN
08/09/2025
21:48 Li Amedê ji bo kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane bîranîn
19:18 Bi milyonan zarok ji perwerdehiya zimanê dayikê bêpar dest bi dibistanê kirin
18:03 Li Serokatiya Bajêr a Stenbolê ya CHP'ê 10 kes hatin binçavkirin
17:17 CHP'ê biryar girt ku avahiya xwe ya bajêr a Stenbolê bigire
15:55 Şînên Demîr û Tutal ên li Nisêbînê bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:30 KNK'ê bang li KE’yê kir ku têkildarî ‘mafê hêviyê’ biryara xwe bide
14:51 Di 8 mehan de li Herêma Kurdistanê 21 jin hatin qetilkirin
13:53 Şîna Sabriye Dumanê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:51 Şewata li Şemzînanê didome
13:46 Li Bajarê Nû dê ‘Rojên Çand û Hunerê’ bê lidarxistin
13:34 Rêxistinên pîşeyî daxwaza berdana rojnameger Karabay kirin
12:51 DEM Partî: Bi milyonan zarok ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mehrûm in
12:42 Polîsan êrişî CHP’iyan kirin: Herî kêm 10 kes hatin binçavkirin
12:36 Li Qudsê li dijî otobûsê eriş: 4 kes hatin kuştin
12:28 Navenda PENa Kurd rêveberiya xwe ya nû diyar kir
11:36 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina jiyanê’ derket
11:03 Qebîne dê bi serokatiya Erdogan bicive
10:59 Li Îzmîrê li dijî qereqolê êriş hate kirin
10:56 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:24 HPG: Emîne Erciyes tevî du hevrêyên xwe şehîd bû
10:14 Ji bo danîşîna Ayşe Înceyolê bang
10:01 Banê malê tebiqî: 2 zarok mirin û dayika wan bi giranî birîndar bû
09:54 Dorpêça li pêşiya CHP’ê didome
09:50 Ji bo çalakiya Bestayê bang: Em bi hev re pêşiya qirkirina xwezayê bigirin
09:07 Girtiyê nayê tedawîkirin mehkûmî erebeya astengdaran kirin
09:06 Ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter bang hat kirin
09:05 Ji bo vegere karê xwe têdikoş e: Qeyûm ne xizmeta gel, ji alîgirên xwe re dike
09:05 Tirkiye li Sûriyeyê çi dixwaze?
09:00 ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2025’AN
07/09/2025
16:26 Rejîma Îranê girtiyek bi veşarî darve kir û bi dizikî defin kir
16:22 Tamer Koç ê HPG’î li Enqereyê hate bibîranîn
15:36 Di 9 mehan de li Sûriyeyê 10 hezar û 672 kes hatine kuştin
15:27 Geçer ê astengdar ji ber bertek nîşanî walî da mûçeyê wî hate birîn
14:28 Feminîst Harriet Fraad piştgirî da pêvajoyê
13:44 Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
12:41 Agirê Jiyan li Dusseldorfê derket ser dikê
10:40 Rûsyayê êrişî Ûkraynayê kir: Pitikek jî di nav de 3 kes hatin kuştin
10:36 Tulay Hatîmogûllari: Yek ji mijarên lezgîn a komîsyonê jî ‘Mafê hêviyê’ ye
10:34 Belgefîlma ’73 Ferman’ a Nazim Daştan kişandibû hate pêşandan
09:44 Yilmaz Hun: Girtiyên li Dumluyê li dijî binpêkirinan amadekariyên çalakiyê dikin
09:31 Kovara Jinê bi manşeta ‘malbat’ê derket
09:29 Bi milyonan xwendekar ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in
09:00 ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2025’AN
06/09/2025
23:11 Roja Çapemeniya Azad hate pîrozkirin: Bi têkoşîna xwe hûn bûn bîra gel
16:38 Li Xezeyê 17 kes hatin kuştin
16:28 Bernameya meşa Bestayê zelal bû
16:08 Operasyona li Kampa Holê didome: 4 DAIŞ’î hatin girtin
16:05 Li Siwêdayê li aqûbeta kesên hatine revandin hat pirsin
16:00 Ji Nergîs Mihemediyê name ji bo NY'yê
15:31 Jiyana 3 girtiyên nexweş di xetereyê de ye
14:45 Midûrê Midûriyeta Polîsan a Antalyayê ji wezîfeyê hat dûrxistin
14:40 Rejîma Îranê çalakvanekî berxwedana 'jin jiyan azadi'yê bi dar vekir
14:31 Banga ji bo meşa ber bi Bestayê ve
14:04 Xizmên windayan ji bo Sîncar, Bîçîmlî û Çardakçi kom bûn
13:36 Li kujerê Ayten Ozturk a di binçavan de hat qetilkirin pirsin
13:21 Bi girseyî serdana şîna Fesîh Polat hat kirin
12:47 Kesê ku tahde li xwişka xwe kir serbest hat berdan
12:37 Agir bi kampa penaberên şengalî ket
12:33 Dayik amadekariyên çalakiya Bestayê dikin
11:56 Şandeya alman li Helebê ye
11:53 Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser li Ewropayê ye
11:09 Ji DBP, HDK û DEM Partiyê daxuyaniya Komkujiya 6-7'ê Îlonê
10:45 Di Tebaxê de 28 jin hatin qetilkirin
10:14 'Nêzîkatiya dewletê ya li şînan zirarê dide pêvajoyê'
09:47 Ger Tirkiye 'mafê hêviyê' pêk neyne dê bi çi re rû bi rû bimîne?
09:23 Rêveberiya Xweser û Durzî civiyan
09:16 Şert û mercên neewle û bêparastin dibin sedema mirinê
09:06 Krîzê eleqeya ji bo berhemên kirtasiyeyê yên bêqalîte zêde kir
09:06 Li Bestayê meş û nobeda li dijî qirkirina ekolojiyê: Parastina xwezayê parastina hebûnê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2025'AN
05/09/2025
20:19 TJA'yê serdana malbata Rojîn Kabaîşê kir
20:06 69 filistînî hatin qetilkirin
19:36 Zarokên ji kursên MED-DER'ê mezûn bûn belgeyên xwe wergirtin
19:17 Belgefîlma ku hê nehatiye weşandin hat sansurkirin