ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku dê hefteya pêş şandeyeke berfireh ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re biçe Girava Îmraliyê.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî rojevên duh Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) nîqaş kirin, li navefnda giştî daxuyanî da. Ayşegul Doganê got: “Hefteya pêş, şandeyeke ku hevserokên me yên giştî jî di nav de dê biçe serdana Îmraliyê. Em plansaziya vê dikin.”