WAN - Nivîskar û hunermendên ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxandin diyar kirin ku berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî û divê dewlet sererastkirinên qanûnî bike.
Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bandoreke zêde çêkir û hêviya ji bo aştiya civakî zêde kir. Lêbelê gavnavêtina dewlet û desthilatê ya ji bo pêvajoyê ji aliyê gelek kesan ve tê rexnekirin. Hunermendan ji bo pêvajoyê gotin: “Divê em nebin temeşevanên vê pêvajoyê, bibin avakarên wê.”
Wênesaz Abdullah Babat, diyar kir ku pêvajo hemû civakê eleqedar dike û ev tişt got: “Di vê çarçoveyê de berpirsiyariyeke mezin dikeve ser qada çand û hunerê. Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Ji ber vê yekê divê em pirsên ‘divê rêbaza çand û hunerê çi be’, ‘em çawa dikarin piştgiriyê bidin pêvajoyê’ bibersivînin.” Babat ê ku pêvajoyên berê bibîr xist, diyar kir ku divê hunermend ji dêleva neyîniyên berê esas bigirin divê li bersiva pirsa ‘em dikarin çi bikin’ bigerin.
‘DIVÊ BERPIRSIYARIYÊN PÊVAJOYÊ LI XWE BIGIRIN’
Babat, rave kir ku di pêvajoya şer peywendiya hunermendan bi gel re zehmet bû û wiha dirêjî da axafrtina xwe: “Jixwe em di vê pêvajoyê de berpirsiyariyê li xwe negirin em ê nikaribin erka xwe bi cih bînin. Lê niha derfet hene. Ji ber vê yekê divê em xwe nû bikin. Ev nûkirin jî di hişmendiyê de dest pê dike. Divê em bi hişmediya berê ve tevnegerin, biçin her deverê û li her qadê bin. Bi vî rengî em dikarin pêşengiya hunermendan pêk bînin. Em bi kedeke mezin ve hatin van rojan, em ji vê yekê haydar in. Lêbelê em ê nikaribin bi zimanê berê bidomînin. Em nikarin pêvajoyê bi zimanê berê ve bidomînin. Divê em zimeneke pozîtîf bikar bînin. Divê qada çand û hunerê bê guhertin û em helbest, stran û wêneyê xwe li gorî pêvajoya nû biguncînin.”
‘KURD DI ROJHILATA NAVÎN DE KIRDE NE’
Wêjekar û nivîskar Faysal yacan, bal kişand ser têkoşîna Kurdan û got: “Gelê Kurd bi salan êş kişand, berdêl dan. Lêbelê her tim li dû çareseriyê bûn. Gelê Kurd her tim dizanibû dê mafên xwe bi têkoşînê ve bi dest bixin û têkoşîna wan jî ji bo vê yekê bû. Gelê Kurd ne tenê ji bo xwe ji bo hemû gel bighîjîn karên xwe têkoşiyan.”
Yacan, rave kir ku Kurd bi têkoşîna 50 salan ve êdî li Rojhilata Navîn bûne îrade û wiha pê de çû: “Gelê Kurd îro êdî xwedî gotin e. Ev rewşa wan îro li cîhanê jî hatiye qebûlkirin. Gelê Kurd ê ku ji bo hemû gelan aştî û wekheviyê dixwaze êdî wek mînak tê nîşandan. Li Rojhilata Navîn gelê herî zêde daxwaza aştiyê tîne ziman gelê Kurd e. Ji ber vê yekê ê ku dê li Rojhilata Navîn şer bide rawestandin gelê Kurd e.”
‘DIVÊ HUNERMEND ZIMANÊ AŞTIYÊ AVA BIKIN’
Yacan, diyar kir ku gel hunermendan wek avêneya xwe dibîbe û divê hunermend di avakirina zimanê aştiyê de pêşengiya pêvajoyê bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê hunermend nivîskarên Kurd di vê pêvajoyê de pêşengiyeke cidî bikin. Divê em nebin temaşevanên pêvajoyê bibin avakarên wê. Divê em bi pênûs, bi deng û bi hunera xwe pêşiya vî gelî û pêvajoyê vekin. Ji ber vê yekê divê em bi exlaqê şeroşgerî ve civaka exlaqî û polîtîk esas bigirin û tevbigerin.”
‘BILA DEWLET ÊDÎ GAV BIAVÊJE’
Dengbêj Meryem Tuncerê diyar kir ku pêvajoyê hêvî daye wan û divê dewlet êdî gavên şênber biavêje û ev tişt got: “Daxwaza me ew e ku dayik negirîn û êdî kes êş nekişînin. Ji bo min serketina pêvajoyê ew e ku zarokê min ê ku diçe dibistanê ji min re bibêje ‘dayê ez diçim dersa Kurdî’ ye. Ji bo min pêvajoya aştiyê ew e ku dema ez biçim nexweşxaneyê bi min re bi Kurdî biaxivin. Ez dixwazim li her deverî bi zimanê xwe ve biaxivim. Pêdiviya aştiyê ew e ku rêzdar Ocalan, hemû girtiyên siyasî û siyasetmedar bên berdan. Min hêj cenazeyê xûşka xwe ya ku di nava refên PKK’ê de jiyana xwe dabû negirtiye. Hêj heman nêzikatî didomin. Divê dewlet tavilê gavên ku dawî li van êş û bêedaletiyê bîne, biavêje.”
MA / Zeynep Durgut - Ceylan Şahînlî