MKG’ê Nûjiyan Erhan bi bîr anî

  • jin
  • 13:54 21 Adar 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - MKG’ê, rojnameger Nûjiyan Erhan di salvegera qetilkirina wê de bi bîr anî û soza têkoşînê da. 

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi boneya salvegera qetilkirina rojnameger Nûjiyan Erhan, daxuyaniyeke nivîskî da û bi bîr anî. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: 
 
“Îro di salvegera qetilkirina hevrêya me Nûjiyan Erhan de em careke din têkoşîn, pênûs û berxwedana wê silav dikin. Nûjiyan Erhan a ku di salên 2013-2014’an de bû şahida fermana Şengalê ku yek ji êrîşên herî tarî yên dîrokê ye, yek ji wan navên destpêkê bû ku qirkirina li ser civaka Êzidî bi taybet jinan ji cîhanê re ragihand. Bi hezaran Êzidî ji ber êrîşên hovane yên DAIŞ’ê hatin qetilkirin, jin li bazarên koleyan hatin firotin û bi sed hezaran mirov ji warên xwe hatin derxistin.
 
Nûjiyan Erhan bi pênûs û kameraya xwe di nava vê hovîtiyê de bû dengê jinên Êzidî. Ew bû şahid û jinên ku hatin revandin, li bazaran hatin firotin, dewletên ku bêdeng man, serhildana gelekî bi îxanetê rû bi rû ma, vegot. Lê Nûjiyan Erhan ku dengê vê rastiyê ye, di 3’yê Adara 2017’an de dema ku li bajarê Xanesorê yê Şengalê nûçe dişopand, bû hedefa pêşmergeyên Roj ên girêdayî PDK’ê û bi guleya li serî ket, birîndar bû. Nûjiyan Erhan a ku bi giranî birîndar bûbû di 22'yê Adara 2017'an de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
 
Di şexsê Nûjiyan Erhan de xeterî û bedelên ku jinên li Kurdistanê rojnamegeriyê dikin, careke din di bîranînên me de cih digirin. Nûjiyan dizanîbû ku berdêla şopandina heqîqetê dibe mirin be. Ne tenê hovîtiya DAIŞ’ê, zext û zordariya li ser jinan û bêdengiya dewletan; her wiha berxwedana jinên Êzidî û hêviya jiyanê ya ku li çiyayên Şengalê dîsa şîn bû, di dîrokê de tomar kir. Rojnamegeriya Nûjiyan; ne tenê şahidiyek bû, berpirsyariya bûyîna dengê gel û jinan bû. Tiştê ku îro me jinên rojnameger bi rê ve dibe ev e; tevî hemû tarîtiyê bi israr dinivîsin, vedibêjin û rastiyê zindî dihêlin.
 
EM Ê LI SER ŞOPA NÛJIYANÊ BIMEŞIN
 
Em weke Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, rojnamegeriya Nûjiyan Erhan û têkoşîna wê ya ji bo aşkerakirina heqîqetê careke din silav dikin. Kuştina Nûjiyan guleya li rojnamegerî, jinan û heqîqetê tê reşandine. Îro em di nav wan kesan de ne ku herî baş dizanin ku li herêmê rojnamegerî tê çi wateyê, bi taybetî jî rojnamegeriya jinê. Tevî hemû zext, astengî û komkujiyan jî em ê di rêya Nûjiyan de li ser şopa heqîqetê bimeşin. Em careke din diqîrin; me Nûjiyan Erhan ji bîr nekir, em nahêlin bê jibîrkirin. Rastî wê nikaribe bê qetilkirin.”