Bendava Tişrînê tê bombebarankirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO, Bendava Tişrînê û derdora wê bombebaran dikin. 

Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li dijî Bendava Tişrînê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê, di van kêliyan de bendav û derdora wê ji hêla dewleta tirk û koma wê ya paramîlîer ve tê bombebarankirin. 
 
Ji ber êrişên dewleta tirk, bendav bi xetereya teqînê re rû bi rû ye. 
 
Li hêla din, li ser bangawaziya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hezaran welatî ber bi Bendava Tişrînê ve diçin.