Li Sîncanê girtiyên jin xistine qawîşên bi ritûbet

img

ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin diyar kir ku girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê li qawîşên tavê nabînin, biritûbet û bêhna nexweş jê tê tên bicihkirin. 

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Colemêrgê Oznûr Bartin, bi daxwaza çareserkirina pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin û başkirina şert û mercên wan, serî li Komîsyona Şopandina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) da. 
 
DIXIN QAWÎŞÊN BIRITÛBET Û BÊHNA WAN NEXWEŞ
 
Oznûr Bartin, di serlêdanê de got ku qawîşên jinên girtî lê tên ragirtin biritûbet in, bi tendurist nînin û şert û mercên li van qawîşan li ser tenduristiya girtiyan gefeke mezin e. Bi domdarî Oznûr Bartin diyar kir ku Suheyla Taş û girtiyên din li qawîşên tavê nabînin, biritûbet û bêhna nexweş jê tê tên ragirtin û ragirtina girtiyan a di van mercan de binpêkirina maf e. 
 
Bi domdarî wiha hate gotin: “Divê şert û mercên jinên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê di cih de bên lêkolînkirin, têkildarî van îdiayan agahî ji rêveberiya girtîgehê bên xwestin û daxwaza guherandina qawîşan a girtiyan were qebûlkirin.” 
 
DAXWZA ZIYARETÊ 
 
Herî dawî jî di serlêdanê de hate xwestin ku ji bo şert û mercên nebaş ên girtiyên jin tê de tên ragirtin çareseriyek were peydakirin û komîsyon biçe serdana Girtîgeha Jinan a Sîncanê.