Jody Williams: Ocalan ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzetekî girîng e

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Jody Williams ku Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtibû, diyar kir ku hewldanên Abdullah Ocalan ên ji bo aştiyê gelek erênî ne û got: “Abdullah Ocalan dikare ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê weke namzet bê nîşandan.” 

Jody Williams ku Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt û aktîvîsta mafên mirovan e, têkildarî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pirsên televîzyona Medya Haberê bersivand. Jody Williams, anî ziman ku di demekê li seranserî cîhanê şer û qirkirin tên kirin de Abdullah Ocalan ji bo aştiyê helwestekî pir erênî pêş xistiye û got: “Daxwaza Abdullah Ocalan a ber bi aştiyê ve hêviyê dide mirov. Divê her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê.” 
 
Jody Williams, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ev demekî dirêje dixwaze bibe parçeyeke pêvajoya aştiyê û divê Tirkiye jî bi heman awayî bersivê bide. Jody Williams, got ku ji bo Abdullah Ocalan bikare gotinên xwe bicih bîne û beşdarî pêvajoyê bibe, divê şert û mercên wî bên avakirin û got: “Hewceya Abdullah Ocalan weke lîderê vê pêvajoyê bê dîtin û misogerkirin.” 
 
'NAYÊ QEBÛLKIRIN KU DI GIRTÎGEHÊ DE BE’ 
 
Jody Williams, bi lêv kir ku divê Tirkiye ji bo pêvajoya aştiyê gavên jidil biavêje û wiha pê de çû: “Nayê qebûlkirin ku Abdullah Ocalan hêj jî di Girtîgeha Îmraliyê de be. Divê êdî Abdullah Ocalan li cihekî biewle be û hikûmeta Tirk jî pêvajoyeke diyalogê ya watedar bide destpêkirin û tevî rêberê Kurd re ji bo bidawîkirina şer planekê pêş bixe.” 
 
XELATA AŞTIYÊ YA NOBELÊ
 
Jody Williams, da zanîn ku muzakereyên Abdullah Ocalan li ser bingeha aştî, ewlehî û rêzgiriyê didomîne ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê dibe namzetiyeke girîng û got: “Ev pêvajo, pêşketineke girîng e ku Ocalan bike yek ji namzetên herî xurt ên Xelata Aştiyê ya Nobelê.”