Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên li dijî operasyona li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, hezar û 879 kes hatine binçavkirin û 260 kes jî hatine girtin. 

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ragihand ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên li dijî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû tên lidarxistin de heta niha hezar û 879 kes hatine binçavkirin. Yerlîkaya, da zanîn ku ji binçavkiriyan 260 jê hatine girtin û 468 jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan. Yerlîkaya, got ku hêj 662 kes jî binçavkirî ne.