ROJEVA 28’Ê ADARA 2025’AN

img
* Eylem Arzu Kayaoglû ya OHD’î diyar kir ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê dewlet gavan biavêje û got: “Divê birêz Ocalan azad bibe û bikare bi derdorên cuda re pêwendiyan deyne.” 
 
* Jinan, bertek nîşanî “pêşnûmeya destûra bingehîn” a hikûmeta demkî ya Şamê dan û gotin: “Bêyî derdorên cuda, jin û baweriyên li Sûriyeyê tu pergal nikarin bên avakirin.” 
 
* Tunç Soyer, anî ziman ku nabe ku têkoşîna aştî û demokrasiyê ji hev cuda bên destgirtin û diyar kir ku li dijî tiştên diqewimin hewcehî bi tifaqeke berfireh a tevahiya muxalefeta Tirkiyeyê digire nav xwe heye. 
 
* Welatiyên Sûrê yên ji bêderfetiyê hindik şekirên cejnê kirine, xwestin cejn bibe wesîleya aramî û aştiyê. 
 
* Bi helîna berfê re li Deşta Mûşê Berfînan kulîlk vekirin. 
 
* Ciwanên ku 4 rojan di bin çavan de man diyar kirin ku hikûmet ji hêza pêşeng a ciwanan ditirse. 
 
* Şaxa ÎHD’a Enqereyê dê têkildarî binpêkirinên mafan ên di çalakiyan de li şaxa xwe daxuyaniyê bide. (12.00)
 
* OHD dê rapora xwe ya têkildarî îdiayên îşkenceyê ya li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê aşkera bike. (12.30) 
 
* ÎHD dê bi boneya meha 159’emîn a Komkujiya Roboskê li ser Cadeya Sakaryayê daxuyaniyê bide. (13.30)