Girtiyê nexweş ê dermanên wî nayên dabînkirin sewqî girtîgeheke din hat kirin

WAN - Girtiyê nexweş Seyfettin Demhat ji ber ku dermanên wî nehatin dabînkirin sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hat kirin. Hevjîna Demhat, Tuba Demhat got: "Nexweşiyeke wî heye ku heke dermanên wî nayên temînkirin, dibe ku bibe sedema mirinê."
 
Seyfettîn Demhat ku ji sala 2016'an vir ve li Wanê girtî bû û 26 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, bêyî bixwaze ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê bo Girtîgeha Tîpa S ya Kirşehîrê hat veguhestin. Demhat ku li gel nexweşiya Behra Spî gelek nexweşînên din pê re hene, di lîsteya girtiyên nexweş de ye. Hevjîna wî Tûba Demhat bang kir ku demildest girtiyên bên berdan. 
 
Tuba Demhat diyar kir ku hevjînê wê 10 sal in di girtîgehê de ye û di şert û mercên dijwar de dimîne. Tûba Demhatê anî ziman ku ew di van salan de çend caran sewqî girtîgehên din hatiye kirin û got: "Çend roj in ez nikarim têkiliyê bi hevjînê xwe re deynim. Girtîgehê ji me re got ku ew sewqî Kirşehîrê hatiye kirin. Nexweş e û em nizanin ka ew çawa dikare dermanên xwe peyda bike. Me bi midûrê girtîgehê yê li vir re hevdîtin kiribû û gotibû, 'Ne di wê rewşê de ye ku lê bê mêzekirin'. Rewşa hevjînê min di zehmetiyê de ye û li girtîgehê nikarin lê mêze bikin.ç Ez dixwazim hevjînê min li cem min be." 
 
'GER TIŞTEK BÊ SERÊ WÎ BERPRIS DEWLET E'
 
Tuba Demhatê rewşa girtiyên nexweş û pêvajoya aştiyê ya niha nirxabdin û diyar kir ku gava mirov cihekî ava bike û pê re cihekî jî xera bike ew baweriyê nade mirov. Tûba Demhatê got: "Ger dê demokrasî were avakirin, divê baş bê avakirin. Mirov, malbatên girtiyan di rewşeke xirab de ne, demildest divê ji sererastkriineke qanûnî bê çêkirin. Demildest divê girtiyên nexweş bên berdan. Ger tiştek bê serê hevjînê min berpirs dewlet e."