KNK: Divê statûya Şengalê bê naskirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê bi wesîleya salvegera 11’an a Fermana Şengalê daxuyanî da û got, divê rêz li îradeya gel bê girtin û Şengal di nava Kurdistanê de bibe xwediyê statûyeke xweser û taybet.
 
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera 11’an a Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
 
“Em hemû êrîşên li ser Şengalê şermezar dikin û planên dijî îradeya gelê Şengalê red dikin!
 
Rojeke reş, tarî û hind jî xembar: 3’ê Tebaxa 2014’an. Roja ku careke din fermana qirkirinê li ser xelkê me yê Êzidî hatiye destpêkirin. Şovenîzma Erebî, fanatîzm û kevneperestiya Îslamî, di perspektîfa li dijî Kurd û Kurdistanê de gihiştin hev û di bin kirasê DAÎŞ’ê de ji dergehê Şengalê ve êrişî Kurdistanê kirin.
 
FERMANA 73’YEMÎN
 
Şengal, warê qedîm ê xelkê me yê Êzidî, bi rengekî plankirî bû hedefa êrişa DAÎŞ’ê. Ji vê êrişa DAÎŞ’ê hemû dagirkerên Kurdistanê memnûn bûn. Tirkiye, Îran û hetta rêvebiriya Bexdayê, rejima şovenîst a Şamê bi zêdehî ve razî bûn. DAÎŞ bû pêşengê bîr, hizir û hîsên antî Kurd û antî Kurdistan ên van merkezên dagirkeriyê. Bi vê êrişê ve esasen xwestin hemû destkeftiyên Kurdan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê têk bibin û baweriya Êzidîtiyê binpê bikin. Lewma jî fermana qirkirina xelkê me yê Êzidî dan. Gelê me vê fermanê weke Fermana 73’yan bi nav dike.
 
AZADKIRINA ŞENGALÊ
 
Kurd, Kurdistanî ji her milî ve çûne hawara xelkê xwe yê Êzidî. Bi taybetî gerîlayên HPG, YJA Star, hêzên YPG û YPJ’ê qehremanî û fedakariyek mezin nîşan dan, bi lezgînî mudaxele kirin û pêşiya êrîşan girtin. Çi ji cepheyê sivîl be, ji cepheyê leşkerî be Kurd, Kurdistanî seferber bûn.
 
Li gel ku Şengal îro ji DAÎŞ’ê hatiye paqijkirin û hejmarek mezin xelkê me yê Êzidî li cih û warê xwe bi cih bûye, lê hêj jî ew birîndariya 3’ê Tebaxa 2014’an di giyanê wan da dewam dike. Hejmareke bilind a jinên Êzidî yên ku hatin dîlgirtin hêj jî aqûbeta wan ne diyar e. Her wiha hejmareke zêde ya xelkê me yê Êzidî di nav jiyana peneberiyeke dijwar de belav dibe, heta niha gelek Şengalî di qempan de ne û ne zivîrîne Şengalê. Divê rê li ber zivirandina Şengaliyan bêne vekirin û ji bo başkirina jiyana wan jî divê xebatên neteweyî û navneteweyî bêne xurtkirin.
 
ROLA PDK’Ê
 
Mixabin, hêzên hikûmeta Iraqê û yên PDK’ê yên ku wê demê li Şingalê bûn û erkê parastina Şengalê yên wan bûn, Şengal neparastin. Ev yek ji bo civaka Êzidî bû sedema karesateke mezin. Ev hêz ên ku Şengal neparastin û Şengal û gelê wê radestî DAIŞ’ê kirin, niha ji bo Şengalê planan çêdikin.
 
Li ser Fermana 73’yan re yazdeh sal derbaz bûne. Lê gefên li Şengalê bi dawî nebûne. Hêzên tarî û dijminên Kurdan, dîsa jî di nava plan û plangeriyên reş de ne. Dixwazin fermanên din pêk bînin, dixwazin bawermendên Êzidî ji Şengalê derxin. Dixwazin nasnameya Êzidî ji Şengalê paqij bikin û dixwazin Şengalê ji Kurdistanê veqetînin. Di vî warî de divê hemû Kurd û Kurdistanî hişyar bin û Êzîdxanê û Şengalê biparêzin. Ji bo vê yekê divê Şengal di nava Kurdistanê de bibe xwediyê statûyeke taybet û xweser.
 
Di salvegera vê bûyera dilsoj a bi serê xelkê me yê Êzidî hatiye de, dilê Kurdan hêj jî şikestiye û birîndar e. Kewandina van birîn û kulan, birîna van êş û janan bi hevgirtineke mezin a neteweyî û niştimanî ya Kurd û Kurdistaniyan ve dibe.
 
KNK hêvî dike ku bîranîna vê jenosîda bi serê xelkê me yê Êzidî hatiye anîn, bibe wesîleya tifaqa navxweyî, Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê mil bi milê hev, welatê me Kurdistanê ji bin dagirkeriyê rizgar bikin û azadiyeke kamil diyarî xelkê me bikin.”