Xizmên Windayan li 4 bajaran çalakî li dar xistin

img
NAVENDA NÛÇEYAN – ÎHD û Xizmên Windayan, li 4 bajaran çalakî li dar xistin û ji bo Muhyettîn Taştekîn, Resul Saçan, Abdurrahîm Demîr û Metîn Kiratli daxwaza edaletê kirin.
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan li bajarên Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê ji bo kesên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin daxwaza edaletê kirin.
 
AMED
 
 Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan, di çalakiya xwe ya hefteya 860’emîn de li Parka Koşuyolu li ber Bîrdariya Mafên Mirovan çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin hate hilgirtin û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Muhyettîn Taştekîn ê k udi 5’ê Tebaxa 1993’yan daxwaza edaletê hate kirin. Çîroka Taştekîn, endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Berfîn Elçî xwend. Çîroka Taştekîn wiha ye: “Malbata wî li bajarokê Konutbeklerê dijî. Roja 5’ê Tebaxa 1993’yan de saet 21.30’an de komeke ji 5-6 kesan pêk dihat û di destên wan de bitêl û çek hebûn û bi kincên sivîl hatin gundê me. Keseke ji vê komê kete mala me û yên din li derve rawestiyan. Kesê ku kete hûndir melayê teqawudbûyî Muhyettîn Taştekîn ê 60 salî derxiste derve û bir nava bexçe, nehişt kesek ji malê derkevin. Piştî kêliyekî dengê gelek çekan hate bihîstin. Pişt re malbat dibin eku Muhyettîn Taştekîn li nava bexçe, li erdê di nava xwînê de ye û koma çekdar jî ber bi Fermandariya Alay a Cendirme ve dibezin. Piştî kuştina Taştekîn bi 2 rojan TRT, di nûçeya xwe de dibêje bûyer ji aliyê PKK’ê ve pêk hatiye.”
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştînê bi dawî bû.
 
 
ÊLIH
 
Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û Xizmên Windayan, çalakiya xwe ya hefteya 696’emîn li Kolana Gulistanê li pêşiya Bîrdariya Mafê Mirovan li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, kiryar bê darizandin” hate hilgirtin û rêvebirên Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Resul Saçan ê k udi 9’ê Tebaxa 1994’an de li taxa Aydinlik a Êlihê hatibû revandin, hate pirsin. 
 
Rêvebirê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Alî Karadogan, çîroka Saçan xwend. Çîroka Saçan wiha ye: “Resul Saçan, piştî ku dikana xwe digire û bi duçerxeyê ve ber bi mala xwe dike biçe, ji aliyê hinekan ve tê revandin. Berî revandina wî du polîsên sivîl tên mala wî û ji wî pirsa ‘çi karî dike, bi çi ve mijûl e’ dikin. Piştî du hefteyan tê revandin û tu agahî jê nayê wergirtin.”  
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştînê bi dawî bû.
 
 
COLEMÊG
 
Li Colemêrgê Xizmên Windayan çalakiya xwe ya hefteya 186’emîn li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xistin. Di çalakiyê de pankartên “Kiryar diyar in, winda li ku ne”, “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” û wêneyê xizmên windayan hatin hilgirtin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên saziyên civakî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Metîn Kiratli yê ku di sala 1992’yan de li pêşiya mala xwe hatibû qetilkirin, hate pirsîn.
 
ÎZMÎR
 
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, ji bo aqûbeta windayên di bin çavan de bipirsin li Konakê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Wina diyar in, kiryar li ku ne”, “Winda wijdan in, xwedî lê derkeve” hate hilgirtin. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê yê Îzmîrê Alî Aydin, çîroka Abdurrahîm Demîr ê ku di 17’ê Tebaxa 1995’ande li Mêrdînê di bin çavan de hatibû windakirin, xwend. 
 
Aydin, bibîr xist ku Abdurrahîm Demîr li Qoserê piştî kontrola nasnemayê hatiye binçavkirin û ev tişt got: “Kesên ku bûne şahidê binçavkirina wî, ji malbata Demîre re gotina ku Abdurrahîm birina Qereqola Cendirmeyan a Şavaletê. Qereqola Şevalatê ji malbatê re gotine ku ‘me kesekî wiha negirtiye binçavan’, Emniyeta Mêrdînê jî gotiye ‘Abdurrahîm, pasaport derxistiye û çûye Fransayê karê garsoniyê bike’. Hemû hewldanên malbatê bê encam man. Dayika wî Kesriye Demîr û birayê wî Mehmet Demîr bi salan li Qada Galatasaray aqûbeta wî pirsîn, lêbelê her duyan jî jiyana xwe ji dest dan. Em îro ji dêleva Kesriye Demîr û Mehmet Demîr dipirsin ‘çi bi Abdurrahîm bû? Bila kiryarên Abdurrahîm Demîr bên cezakirin.”