ROJEVA 22’YÊ TEBAXA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 22 Tebax 2025
  • |
img
* Endamê Komeleya Hawirdorê ya Munzurê Mehmet Kaş diyar kir ku tê xwestin bi projeyên wekî maden, HES û GES'an Dêrsim ji mirovan bê xalîkirin û got: "Divê em li dijî vê komkujiyê bi hev re bitêkoşin." 
 
* Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersozê ku îsal cara yekem tê lidarxistin, berdewam dikin. Endama Lijneya Rêveberiyê ya MKG'ê Derya Ceylanê diyar kir ku armanca wan xurtkirina têkoşîn û nivîsandinê ya jinan e.
 
* Şoxan Mîrza, behsa Gulistan Tara û Hero Bahaddînê kir ku par di êrişa droneyan de hatin qetilkirin û got: "Gulistan ji bo me perwerdekarek bû, mamosteyek bû. Hêro jî, hêza Çapemeniya Azad temsîl dikir. Em ê mîrateya wan a têkoşînê xurttir bikin."
 
* Gerînendeyê Weşana Giştî yê Yakin Dogû Haberê Alptekîn Dursunoglû got: "Plana Îsraîlê ya dagirkirina Xezeyê di heman demê de plana îlhaqkirinê ye."
 
* Meclisa Dayikên Aştiyê dê têkildarî hevdîtinên li komîsyonê li Şaxa ÎHD’a Amedê daxuyaniyê bide. (11.00)
 
* Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk dê li Dêrsimê bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl û parlamenteran re bicive. (14.00)
 
* Li Wanê dê têkildarî mitînga “Ne tecrîd lê azadî dê bi ser keve” daxuyanî bê dayin. (16.00)