'Dagirkirina Xezeyê di heman demê de planeke îlhaqkirinê ye'

  • rojane
  • 09:08 22 Tebax 2025
  • |
img

STENBOL - Gerînendeyê Weşana Giştî yê Yakin Dogû Haberê Alptekîn Dursunoglû got: "Plana Îsraîlê ya dagirkirina Xezeyê di heman demê de plana îlhaqkirinê ye."

Piştî zêdetirî saleke ji êrişan, Îsraîlê biryar da ku tevahiya Xezeyê dagir bike. Piştî vê biryarê ku ji aliyê qabîneya Îsraîlê ve hat pejirandin, 60 hezar leşkerên yêdek hatin gazîkirin ji bo xizmetê. Îsraîl armanc dike ku operasyona dagirkirinê ku dê di çend qonaxan de were kirin, heta mehên pêşîn ên 2026'an biqedîne. Li gorî agahiyan, plana dagirkirinê dê di 2'yê Îlonê de dest pê bike.
 
Gerînendeyê Weşana Giştî yê Yakin Dogû Haberê Alptekin Dursunoglû, plana dagirkirinê û encamên wê yên gengaz nirxand û diyar kir ku plana dagirkirinê sê alî anîne hemberî hev. 
 
Dursunoglû diyar kir ku xwesteka Wezîrê Ewlekariya Neteweyî Itamar Ben-Gvir, hevkarê koalîsyonê yê Benjamin Netanyahu, ji bo îlhaqkirina Xezeyê, gumanên leşkerî li ser vê îxtîmalê û hewldana wergirandina Haredî ku ji ber plana dagirkirinê ji xizmeta leşkerî hatin muafkirin, hemû li Îsraîlê bûne sedema rageşiyê. Dursunoglû got: "Îsraîl niha hewl dide ku Haredîyan tev li artêşê bike. Haredî ne komên piçûk û marjînal in ku demeke dirêj e ji xizmeta leşkerî hatine muafkirin. Ew ji sedî 10'ê nifûsa Îsraîlê pêk tînin. Ew xwendekarên ku li dibistanên olî û medreseyên bi navê yeşîva dixwînin in. Ew xizmetê red dikin. Niha, mijara daxilbûna Cihûyên ultra-Ortodoks a nava leşkeriyê, di nav civaka Îsraîlê de dudiliyeke cidî çêkiriye."
 
Dursunoglû bal kişand ser bandora hewldana leşkeriya Haredî li ser hevsengiya siyasî û bertekên civakî li Îsraîlê û got: "Wekî ku hûn dizanin, hikûmeta Netanyahu ji partiyên olî yên tundrew pêk tê. Ew li dijî leşkeriya xwendekarên yeşîva ne. Lêbelê, ji aliyekî din ve, artêş hewceyî wan e û beşên din ên civakê nerazîbûn nîşan didin û dibêjin, 'Em diçin, em dimirin; çima ew naçin leşkeriyê?' Ji ber vê yekê, artêş, vê rastiyê li ber çavan digire, li dijî dagirkirina Xezeyê ye. Lê ji aliyê din ve, endamên qabîneya alîgirê şer ên Netanyahu dibêjin, 'Heke em Xezeyê dagir nekin, em ê vê koalîsyonê hilweşînin.'"
 
‘ARMANC PARASTINA DESTHILATÊ YE'  
 
Dursunoglû diyar kir ku israra Netanyahu ya li ser şer ji ber xwesteka wî ya parastina desthilatdariya xwe ye. Dursunoglû, daxuyand ku raya giştî nerazîbûna xwe bi xwepêşandaneke ji milyonek kesan pêkhatî nîşan da û di nav artêşê de jî nerazîbûn hene ku fikra qurbanîkirina desthilatdariya Netanyahu red dike. Dursunoglû destnîşan kir ku di nav artêşê de nerazîbûn hatine nîşandan û wiha tê gotin "Ma em qurbanî ne ku ji bo desthilatdariya we werin kuştin?" Dursunoglû got: "Di heman demê de, Netanyahu û hêzên cudaxwaz ên tundrew ên di nav koalîsyona wî de dibêjin, 'Heke hûn êrişî Xezeyê nekin û peymana pevguhertina girtiyan nekin, em ê vê koalîsyonê hilweşînin.' Artêş, ji hêla din ve, nerazîbûn nîşan dide, 'Heke em vê bikin, dê ji me re pir mesrefa wê zêde be.' Lê di dawiyê de, artêş li ber zexta hikûmetê teslîm bû û plana dagirkirinê pejirand."
 
POLÎTÎKAYA TEHCÎRÊ  
 
Dursunoglû destnîşan kir ku derxistina xelkê Xezeyê ji bajêr wekî sirgûnkirinê ye û got: "Ev tê wateya tehcîrkirin 2 milyon mirovên li Xezeyê. Sûdan, Somalî, Urdun û Misir di nav cihên ku ev mirov dê werin şandin de ne. Ew bi tundî li dijî vê yekê derketin. Paqijkirina bi tevahî ya vê derê ji xelkê wê bingeha tişta ku em jê re dibêjin jenosîd e. Wan berê 60 hezar ji nifşekî kuştine û wêran kirine. Bi sed hezaran birîndar bûne. Ev bendewariya Îsraîlê ye. Lê ev dê çiqas pêk were meseleyek din e. Hîn ji Amerîka, welatên din an jî Îsraîliyan li dijî vê dagirkeriyê tu bertek an çalakiyek astengkirinê çênebûye."
 
Dursunoglû bi lêv kir ku plana tehcîrê ne rasteqîner e û got: "Tê gotin ku Îsraîl, piştî dagirkirin û îlhaqkirina Xezeyê, yên mayî wê bişîne cihên wekî Misir, Urdun û Somaliyê. Dema ku behsa vê cihî hat kirin, rejîmên Misir û Urdunê ji ber ewlehiya xwe li dijî vê yekê derketin û gotin ku ew nikarin vê yekê qebûl bikin. Her çend Amerîka hewl da ku bi gef û mueyîdeyên aborî û sozan wan bixapîne jî, ev jî bi ser neket. Urdun ne welatekî mezin e wekî Misirê, hem ji hêla erdnîgarî û hem jî ji hêla neteweyî ve û her çi dibe bila bibe Urdun xwedî wê potansiyelê nîne. Dema ku hûn du mîlyon kesan têxin Urdunê, tevahiya hevsengiya civakî ya Urdunê, her tişt, dê têk biçe. Di vî warî de, ew pir rasteqîner xuya nake."
 
Dursunoglû destnîşan kir ku Îsraîl dixwaze her tişta ku wekî gef dibîne ji holê rake û dagirkirina Xezeyê tê wateya jiholêrakirina du milyon kesan. 
 
Dursunoglû îdia kir ku Sûriye ku niha di bin desthilatdariya Ahmed el-Şara de ye, xizmetên ewlehiyê dide Îsraîlê û got ku îro tu hêz tune ku Îsraîlê rawestîne û got: "Ji ber vê yekê, heke Îsraîl nikaribe tiştekî wiha bike, ew ê ne ji ber ku ew nikare bike. Ne ji ber ku yên din pêşî lê digirin. Ji ber vê yekê, ji bilî berxwedana li dijî dagirkeriyê rêyeke din tune."
 
MA / Esra Solîn Dal