Hevserokên giştî ji bo mitînga li Wanê bang kirin

  • rojane
  • 14:06 22 Tebax 2025
  • |
img

WAN - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, ji bo mitînga “Ne tecrîd lê azadî dê biser keve” ku dê sibe li Wanê bê lidarxistin, banga tevlibûnê kirin. 

 
Sibe saet di 17.00’ê de dê li Parka Mûsa Anter a Wanê bi dirûşma “Ne tecrîd lê azadî dê bi ser keve” mitîng were lidarxistin. Amadekariyên mitîngê didomin. 
 
BAKIRHAN: EM BI HEV RE AŞTIYÊ BIQÎRIN  
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal bang kir. Bakirhan, diyar kir ku ji bo demokrasî, aştî û azadiyê dê di 23’ê Tebaxê roja şemiyê saet di 17.00’ê de li Parka Mûsa Anterê mitîngê li dar bixin û got: “Dê îradeya xurt a Wanê dîsa nîşan bidin. Werin em bi hev re daxwaza xwe ya civaka demokratîk û aştiyê biqîrin.” 
 
BAYINDIR: EM Ê BI HEV RE RÊYA AZADIYÊ VEKIN   
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî li ser hesabê xwe bangkir. Bayindir, da zanîn ku ew ê bi dirûşma “Ne tecrîd lê azadî dê bi ser keve” û ji bo veguherîna demokratîk li Wanê bên cem hev û ev tişt anî ziman: “Li dijî zîhniyeta ku dixwaze îradeya gelan tecrîd bike, em di rêya azadî û aştiyê de dimeşin. Ji bo aştiyê, ji bo avakirina civakeke demokratîk û misogerkirina pêşeroja hevpar, em îradeya xwe ya xwedîderketina li pêvajoya çareseriyê bi awayekî herî xurt diqîrin. Ev pêvajo ne tenê ya siyasetmedar û saziyan e; ev pêvajo pêvajoya gel e, îradeya gel e. Her ku em xwedî li vê îradeyê derdikevin, dê ne siyaseta înkarê lê îradeya hevpar a gelan û aştî bi ser kevin. Banga me ji bo tevahiya gelê me ew e ku werin em bi hev re rêya aştî û azadiyê vekin û pêşeroja xwe ya demokratîk bi hev re ava bikin.” 
 
BANG LI JIN Û CIWANAN KIR   
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, wiha got: “Rêberê gelan birêz Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ kir. Ji bo piştgirîdayîna vê bangê û xurtkirina wê, em bang li tevahiya gelê xwe û jinan dikin ku di roja şemiyê de tev li mitîngê bibin.” 
 
Hevberdevkên Komîteya Amadekar a Mitîngê Şevîn Polat û Umît Tayanir jî anîn ziman ku hemû amadekariyên teknîkî yên mitîngê temam bûne. 
 
Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê Gulşen Kurt û Veysî Dîlekçî, wekîlên DEM Partiyê DEM Zulkuf Uçar û Gulderen Varli û Hevseroka DBP’a Wanê Gonul Uzunay jî banga tevlibûna mitîngê kirin.